Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Divê em ji faşîzmê netirsin’

Girtiyên jin ên ku ev 59 roj in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne peyamek şandin û diyar kirin ku divê ew ji faşîzmê netirsin, faşîzmê mehkûmê tirsa wê bikin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ev 96 roj in didomin. Çalakiya ku Guven daye destpêkirin li hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê belav bû. Girtiyên bi navê Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya jî ev 59 roj in bi heman daxwazî li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Rewşa her sê girtiyên jin her diçe giran dibe û li dijî deng, ronahî û bêhnê zêde hesas bûne. Her wiha kîlo dane û di vexwarina avê de zehmetiyê dikişînin. Di heman demê de pirsgirêka şekir û tansiyon jî dijîn. Hat hînbûn ku ev mehek e rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan û girtî derbarê tiştên ku li derve diqewimin de nabin xwedî agahî.

Her sê jinên girtî têkildarî çalakiya xwe peyamek şandin û ev tişt parve kirin: “Bi ked û têkoşîna gel têkoşîn îro hat vê astê û dê ji niha û şûnde jî têkoşîna gel berdewam bike. Em zarokên, gelê ku Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Varto û Efrînê jiyane. Hîn dilê me ji bo Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Varto û Efrînê lê dide. Heger em xwedî li serîhildana Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Varto û Efrînê derketana dê îro pêvajo gelek cuda bûna. Ji ber ku em li dîji neheqî, zilm û komkujiyên wê demê bêdeng sekînin îro em pêvajoyek wiha dijwar dijîn.”

‘Serhildana me dê bi ser bikeve’

Di peyamê de hat destnîşankirin ku divê hemû kes xwedî li serhildana Leyla Guven derkeve û peyam wiha bi dawî bû: “Berî cenaze ji vir dernekevin, em daxwaz dikin ku hemû kes peywira xwe bi cih bîne. Divê gel her dem li kuçeyan be û di nava çalakiya de bin. Li ser vê bingehê em daxwaz dikin ku gel li çalakiyên greva birçîbûnê xwedî derkeve. Tecrîda li ser Îmraliyê û gel ancax bi çalakiyan dikare bê rakirin. Divê em ji faşîzmê netirsin, faşîzmê mehkûmê tirsa wê bikin. Em, gelê me û serhildana me dê bi ser bikeve.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar