Li Parka Kudek a bajarê Sine ya rojhilatê Kurdistanê jinek ji aliyê hevserê xwe ve bi kêrê hat qetilkirin
Li gorî agahiyên Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê dane, roja yekşema borî, jina bi navê Leyla Hisên Penahî ji aliyê hevserê xwe yê bi navê Enwer Hisên Penahî ve li Parka Kudek a bajarê Sine ya rojhilatê Kurdistanê bi kêrê hatiye kuştin.
Li gorî şahidên bûyerê, dema ku Enwer Hisên Penahî kêrek di dest de bû hewar kiriye û gotiye:”Jina min e, dotmama min e, mafê min e ku her karekî ku bixwazim bikim. Kesek nikare pêşiya min bigire.”
Di zagon û pîvanên Komara Îslamî ya Îranê de herî zêde li dijî jinan zilm û zordarî heye. Ev rê dide binpêkirin û êrîşên li ser jinan. SINE