Wezîrê Parastinê yê DYA’yê, Patrîk Şanahan gihîşt paytexta Iraqê Bexdayê
Li gorî çapemeniya Iraqê, Wezîrê Parastinê yê DYA’yê, Patrîk Şanahan gihîşt paytexta Iraq Bexdayê. Şanahan wê li gel rêveberên Iraqê bicive.
Piştî ku James Mattis ji ber biryara vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê ji peywira xwe îstîfa kir, cîgirê wî Patrîk Şanahan ji aliyê Donald Trûmp ve bi wekalet weke wezîrê parastinê hate peywirdarkirin. BEXDA