Hat ragihandin ku artêşa tirk li baregeha xwe ya bajaroka Bamernê ya girêdayî Duhokê, perwerdeyê dide hin kesên ji herêmê da ku demsala biharê di bin navê komkirina kenger û pincar de derkevin bejahiyê û nuqteyên gerîlayên HPG’ê tespît bikin
Li gorî zanyariyên ku çavkaniyek pêbawer a ji herêmê ragihandiye, artêşa tirk a dagirker li baregeha xwe ya Bamernê, hin kesên ji herêmê bi armanca ku li dijî gerîlayên HPG’ê kar bikin û cîh nîşan bidin perwerde dike.
Çavkanî destnîşan kir ku perwerde 8 rojan dom dikin û kesên ji herêmê yên ku têkiliya wan bi artêşa tirk re heye tên tevlikirin. Çavkaniyê diyar kir ku di van perwerdeyan de mijarên wekî, “Cihek, nuqteyek çawa tê tespîtkirin û hwd” tên dayîn.
Çavkaniyê ji herêmê bal kişand ku ji kesên tev li perwerdeyê dibin re hatiye gotin ku bi demsala biharê re di bin navê komkirina kenger û pincarê de derkevin bejahiyê û nuqteyên gerîlayan tespît bikin. DUHOK