Filmê derhêner Alfonso Cuaron ê bi navê “Roma” beşên “Filma Herî Serketî” û “Derhênerê Herî Serketî” jî di nav de di 4 beşan de bi ser ket
Akademiya Hunerên Sînema û Televîzyonê ya Brîtanyayê (BAFTA) 72’yemîn xelatên sînema û televîzyonê belav kirin.
Ji bo belavkirina xelatan li Royal Albert Hallê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de aktrîst Joanna Lumbey bi rê ve bir, filmên bi navê “Roma” û “The Favourite” bi ser ketin.
The Favourite di 12 waran de wekî berendam hatibû nîşandayîn, beşên “Filma Brîtanî ya Herî Serketî”, “Lîstikvana Herî Serketî” jî di nav de tam di 7 waran de bi ser ket.
Filmê derhêner Alfonso Cuaron ê bi navê “Roma” beşên “Filma Herî Serketî” û “Derhênerê Herî Serketî” jî di nav de di 4 beşan de bi ser ket.
Di şevê de xelata aktrîsta Herî Serketî Olivia Coleman, xelata Lîstikvanê Herî Serketî jî Rami Malek wergirt. LONDON