Li herêma Wetterau, Atolyeya Xizmetê ya Dêrê ji bo hevdîtina jinên penaber û yên alman, çalakiya “Ka birengîne” organîze dike. Jinên beşdar gelekî razî ne, hem berheman diafirînin, hem hev nas dikin, hem jî di dawiyê de wê pêşangehekê organîze bikin
Diakonische Werk (Atolyeya Xizmetê) ya ser bi Dêra Protestan, li devera Wetterau a ku navenda wê bajarê Friedbergê ye, li bajarê Karbenê, ji bo ku jinên penaber û ên bajêr hev nas bikin projeya “Mal mal” (Ka birengîne!) daye destpêkirin. Beriya bi du hefteyan pêncşemê, civanê yekem jî serketî bû.
Di civîna yekem de 4 jinên alman û 5 jinên penaber tevî zarokê xwe amade bûn. Di civîna duyem de ku pêncşema bihurî bû, ev hejmar bû 11.
Ji Diakonische Werkê Beatrice Scherzer ji vê projeyê berpirsiyar e. Ew şêwirmenda projeya “Cîranên nû – Hevdîtina di nava pirrengiyê de” ye. Ew tevî hunermend Arefeh Ganjehlou û Doris Pemberton li Atelier 17 xêrhatina jin û zarokan dikin.
Virginia ya ji Windeckenê ya 19 salî kêfxweş e ku jinên nû li wan zêde bûne. ew salekê xizmeta xwebexş dike li Navenda Psîkososyal a Diakonische Werk. Ev yekem car e ku du perwerdekarên ker Claudia Weyel a ji bajarê Butzbachê û Claudia Manasek a ji bajarê Dortelweilê. Ew çi dibêjin? Kêfxweşiya xwe îfade dikin: “Gelekî kêfa me ji vir re tê. Gelekî xweş e ku mirov tevî jinên ji neteweyên cihê xêz bike û birengîne.”
Klara ya ji Rojava
Hin kes ji rojnameyê pê hisiyane, hinan jî ji gotina di nava xelkê de bihîstiye. Axir, “Mal mal!” civaneke hunerî ye, lê belê armanc ew e ku xelkê deverê û penaber bîne cem hev,. Bi hev re bipeyivin û û hevdu nas bikin. Hunermendên li wir dibêjin, “Di civîna pêşî de me bi rengên avî boyax kir. Îro em kolajan çêdikin.”
Sahira yek ji wan penaberan e ku hatiye civanê. Wê ji bo beşdaran kulîçeyên afxanî çêkirine. Berê wê hîç ne boyax kiriye û ne jî xêz kiriye. Jixwe, ji bo ku bên vê civanê her du jî nelazim in. Ew jî tevî kurê xwe yê ku hema hema va ye wê du salên xwe temam bike amade ye. Sahîra ya ji Qabîlê dixwaze bibe alîkara doktorê diranan.
Jin û zarok radihêjin rengên avî, kaxez û rojnameyan ku ew wêneyan û nivîsan ji wan jê dikin ji bo kolajên xwe. Şêxa Husin û keçên wê Aya û Klara yên ji rojavayê Kurdistanê jî di nav wan de ne. Klaraya piçûk her kesî heyranî xwe dihêle, lewma ew hem bi kurdî û erebî gelekî baş dizane, hem jî tevî ku sal û nîva wê li Almanya qediyaye, bi almanî jî xweş dipeyive. Di karneya wê de jî nota 1 (nota herî baş e li Almanyayê) ji bo Ingilîzî heye. Randa Qamişlî jî ji rojavayê Kurdistanê ne, ew jî tevî kurê xwe Aser ê 8 mehî û keça xwe Sara ya 5 salî destê xwe di nav boyaxê da kirine.
Plansaziya pêşangehekê
Maria ya ji Meclisa Biyaniyan a Bulxar, û hunermend Doris Pemberton hin fikr û rêbazan ji jinan re dibêjin, da ku ew karibin fikrên xwe bi awayê herî serketî bi cih bînin. Piştî bidawîbûna projeyê, çav li rê ye di nîsanê de ji berhemên jin û zarokan, pêşangehek bê organîzekirin.
Arefeh Ganjehlou ya bi xwe ji Tehranê ye û ji sala 1986´an ve li Karbenê dimîne, dibêje, “Ez dixwazim li cem jin û zarokan elaqeya ji bo huner peyde bikim. Wan teşwîq bikim da ku bi xwe çalak bin, bi yên din re peywendiyan daynin, û huner ji bo xwe weke mijûliyeke nû vebînin.”
Ma ne, rengandin ji bo ruh û bedena mirov baş e, derman e. Rêyeke baş e ku mirov hestan îafde bike, bi rengan bilîze û ji xwe re dinyayekê ava bike. Xwedê dizane ji ber vê ye, jinên ku li vir hazir bûn hemûyan, digot, baş e ku em hevdu cara bê jî bibînin di civîna bê ya “Ka birengîne!” de.
Axir bi temamî wê 10 civîn heta dawiya adarê hebin. FRIEDBERG