Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Cenazeyên gerîlayan li benda malbatên xwe ne

Di nava 3 salên dawî de herî kêm 500 cenazeyên gerîla yên ku di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane anîn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Ji van cenazeyan 200 jê li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatine veşartin

Şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKK’ê û artêşa tirk de bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Dewleta tirk ku hema hema li her deverê sûcê şer dike, heman binpêkirinên xwe didomîne. Li gorî agahiyan, ji bo tespîtkirina cenazeyên nêzî 500 gerîlayên HPG’ê yên di pevçûnên 3 salên dawî de jiyana xwe ji dest dane, anîn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Ji van cenazeyan ên ku nasnameyên wan hatine tespîtkirin radestî malbatan hatine kirin û yên din jî li morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û Morga Goristana Bajêr a Meletiyê ev demeke dirêje tên sekinandin.

Hat zanîn ku cenaze li morgê avêtine ser hevdu û gelek jê riziyane û paşê jî ew cenaze veşartine. Hat zanîn ku gelemperiya cenazeyên li Meletiyê, di bombebaranên li Dêrsim û Çewligê de jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê yekê gelemperiya cenazeyan parçe bûne.

Li gorî agahiyan, ji 9 cenazeyên li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê 3 jê radestî malbatan hatine kirin û 9 jê jî li goristana bêkesan a li Goristana Bajêr a Meletiyê hatine definkirin. Hat gotin ku ji meha kanûna sala 2018’an ve cenaze nehatine Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û niha cenaze li tipa edlî nemane.

Çavkaniyan da zanîn ku bi sedan cenazeyên li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê li goristana bêkesan hatine veşartin. Çavkaniyan daxuyand ku hin cenaze jî piştî encamên DNA’yê ji goristanê hatine derxistin û radestî malbatan hatine kirin. Hat diyarkirin heta niha li goristana bêkesan 200 cenaze hatine veşartin û di nav van cenazeyan de jî cenazeyên gerîlayên ji rojhilatê Kurdistanê hene.

Ji ber ku rejîma Îranê destûrê nade ku malbat cenazeyên xwe derbasî Rojhilat bikin, malbatan jî li Meletiyê zarokên xwe veşartin. Hat zanîn ku malbat her sal tên Meletiyê û gorên zarokên xwe ziyaret dikin. MELETÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar