Qenala TRT’ê ku weşana fermî ya dewletê ye, vîdeoya namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a li ser You Tube’yê rakir. Sedema rakirina vîdeoyê jî weke ‘binpêkirina mafê telîfê’ hat nîşandan
Bêtehemûliya hikûmeta AKP-MHP’ê ya li hemberî siyaseta kurd didome. Hikûmeta AKP-MHP’ê ku di çarçoveya şerê tunekirina kurdan de bi dehhezaran siyasetmedarên kurd xistin zindanê, niha jî hewl dide ku li ser înternetê vê darbeya xwe bidomîne.
Saziyên dewletê yên ku divê di çarçoveya destûra bingehîn de bi awayekî wekhev nêzî hemû siyasetmedaran bibin, dema ku mijar dibe siyaseta kurd û hêzên muxalif vê bêalîbûna xwe didin aliyekî. TRT’ê ku qenala fermî ya dewletê ye, axaftina hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê û namzetê serokkomariyê yê hilbijartina 24’ê hezîranê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a di TRT’ê de hatiye weşandin, ji YouTube’yê rakir.
Hat zanîn ku YouTube’yê li ser daxwaza TRT’ê vîdeoya Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê girtin, bi hinceta ‘binpêkirina mafê telîfê’ ya li qenala YouTube ya HDP’ê rakir. AMED