Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

PDK’ê namzetê YNK’ê red kir

Heya niha jî YNK û PDK li ser waliyê nû yê Kerkûkê li hev nekirine. YNK dibêje ku namzetê wan yê ji bo walitiya Kerkûkê Rizgar Elî ye Û PDK jî namzetê YNK’ê red dike

Tê payîn di di 18’ê vê mehê de Meclisa Kerkûkê bicive. Lê heya niha PDK û YNK’ê li ser namzetê walitiya Kerkûkê li hev nekirine.

Endama parlamentoya Iraqê ya ser bi fraksiyona Yekitiya Nîştimana Kurdistanê Elmas Fazil têkildarî mijarê ji RojNews re axivî û wiha got: “Namzetê YNK’ê yê ji bo walîtiya Kerkûkê tenê Rizgar Elî ye. Tê payîn di civîna 18’ê sibatê de ev mijar were rojevê. Nayê zanîn wê ev mijar çawa zelal bibe û bi dawî bibe. Lê ya diyar ewe ku namzetê me Rizgar Elî ye.”

Endamê rêveberiya Kerkûkê û herêma Germiyanê yê PDK’ê Ednan Kerkûkî jî wiha got: “Me di dema berê de nêrînên xwe li ser vê mijarê aniye ziman. Em dixwazin waliyek serbixwe ji bo Kerkûk were hilbijartin. PDK bi tu awayekî piştgiriya waliyek ku xiyanetê li Kerkûkê kirî nake. Kesên ku destê wan di xiyaneta 16’ê cotmehê de heyî, nabe bibin waliyê Kerkûkê. Wan Kerkûkê firot û pere jî wergirtin. Çawa dikarin bibin waliyê Kerkûkê?”

Tê payîn di 18’ê sibatê de meclisa bajarê Kerkûkê bicive. Civîn ji aliyê YNK û PDK’ê ve hatiye diyarkirin. Ji bilî diyarkirina walî, ne diyar e bê ka wê civîna Meclisa Kerkûkê, ji derve bê kirin yan jî li Kerkûkê bikin. KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar