Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Belçîkayê grev mezin dibe: Qada hewayî hate girtin

Li Belçîkayê ji ber greva neteweyî, qada hewayî bi temamî hate girtin. Her wiha ji bendergehan heta febrîqayan li gelek deveran karker bi daxwaza ku li mûçeyan zem bê kirin û şert û mercên wan bên başkirin di grevê de ne

Ji bo sererastkirina şert û mercên karkeran û bilindkirina mûçeyên wan, li Belçîkayê biryara greva neteweyî hatibû ragihandin. Ji ber biryara grevê li Belçîkayê tu balafir ranabin. Her wiha Saziya Kontrolkirina Trafîka Hewayî ya Belçîkayê jî tev li grevê bû. Hat zanîn ku ji bilî rewşên awarte, hemû firîn hatine qedexekirin.

Greva li Saziya Kontrolkirina Trafîka Hewayî ya Belçîkayê  dê îro heta saet 22.00’an berdewam bike. Saziyê destnîşan kir ji ber ku nikarin misoger bikin bê ka bi qasî ku tê xwestin xebatkar dê bên saziyê yan na, temamiya qada hewayî ya Belçîkayê bi awayekî fiîlî li firînan qedexe kiriye.

Grev belav bû

Tê payîn ku li bajarê Brukselê ku bajarê herî zêde balafirgeh lê hene ye, herî kêm dê 60 hezar rêwing ji grevê bi bandor bibin. Hat zanîn ku îro tenê destûr ji balafireke rêwingan ku dê biçe Moskovê re hatiye dayîn. Ji ber greva giştî pirsgirêka veguhastinê derketiye. SNCB ku rêhesinên neteweyî dixebitîne da zanîn ku tenê di nîviya xetên xwe de xizmetê didin. Li hêla din jî karkerên li Bendergeha Antwerpê barên keştiyên kargoyê vala nekirine. Li gelemperiya febrîqeyên Belçîkayê grev heye.

Sendîkayên karkeran ên li Belçîkayê dixwazin ku li mûçeyên wan zem bê kirin, saetên xebatên wan bên sererastkirin û mûçeyên wan ê teqawitiyê bên zêdekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar