Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Kontrola tenduristiya berxwederên Kirikkaleyê nayê kirin

Berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê yên Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê bi awayekî rêk û pêk di kontrola tenduristiyê re nayên derbaskirin û ji ber serêşê pirsgirêkên xewê dijîn. Girtiyan ragihand ku bedêla wê çi dibe bila bibe dê berxwedana xwe heta dawiyê bidomînin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya parlamenter û hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat destpêkirin, didome. Çalakiya Guven di roja 98’emîn de û ya koma destpêkê ya girtîgehan jî di roja 59’emîn de berdewam dike. Ji ber vê dema dirêj ji aliyê tenduristiyê ve rewşa Guven û ya gelek girtiyan ketiye asta krîtîk.  Li gel vê yekê jî hem Guven û hem jî girtî di berxwedana xwe de bi biryar in û destnîşan dikin ku dê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin.

Yek ji girtîgehên ku çalakiya greva birçîbûnê lê didome Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê ye. Li girtîgehê bi beşdarbûna girtiyên bi navê Sedat Alçîçek, Emrah Ûbîç, Kerem Îmrak, Îsa Îpeklî, Davût Onder û Îsmet Akin di 26’ê kanûna 2018’an çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Parêzer Onder Alçîçek ku di 8’ê mehê de çûbû girtîgehê û bi her şeş girtiyan re hevdîtin pêk anîbû, têkildarî rewşa wan axivî. Alçîçek diyar kir ku girtî 51 rojên di grevê de ne û li gel vê yekê jî bijîşkên girtîgehê hê rojek jî neçûna qawişan kontrola girtiyan a tenduristiyê pêk nanîne.

Destûr nadin berxwedêr bên gel hev

Alçîçek da zanîn ku heta niha 3 caran tenê girtiyan ji bo kontrolê birine revira girtîgehê û wiha got: “Li şûna bijîşkan personelên tenduristiyê kontrola girtiyan pêk anîne, kîlo û tansiyona wan girtine. Bi awayekî rêk û pêk kontrola wan a tenduristiyê pêk nayê. Heta 20 rojan jî vîtamîna B1 nedane girtiyan.” Alçîçek destnîşan kir ku girtiyan di navbera 9-11’an de kîloyan winda kirine û ev tişt anîn ziman: “Li gel ku daxwaz kirine jî her şeş girtiyan di 6 qawişan de digirin û destûr nadin ku girtî li cem hev çalakiya xwe bidomînin.

Her tiştî dane ber çavên xwe

Parêzer Alçîçek di berdewamê de jî destnîşan kir ku ji ber serêşa zêde girtî pirsgirêka xewê dijîn û kêm radizên. Alçîçek herî dawî bal kişand ser biryardariya girtiyan a domandina çalakiyê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Her şeşan jî got ku her tiştî dane ber çavên xwe, bedêla berxwedana wan çi dibe bila bibe dê berxwedana xwe heta dawiyê bidomînin. Ragihandin ku heta 15’ê Sibatê ji aliyê dewletê ve ji berxwedana wan re bersivek neyê dayîn dê berxwedana xwe hê radîkaltir bikin û serî li çalakiyên cudatir bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar