Salih Muslim têkildarî hevdîtinên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re axivî. Muslim da zanîn ku Ocalan bi sekn, axaftin û pêşdîtinên xwe bandoreke mezin li her derdorê dikir. Muslim got ku ji bo Ocalan divê di serî de kesên li metropolên Tirkiyeyê, her kes çi ji destê wan tê bike
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê tîrmeha sala 1979’an de bi ser Kobanê re derbasî Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bû û 20 salan li vê herêmê ma. Di vê demê de bi gelek siyasetmedar, serokên partiyan, rûspiyan û oldaran re dostanî kir. Yek ji siyasetmedarên ku Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd û Ocalan nas kir jî berpirsyarê Komîteya Têkiliyên Derve ya PYD’ê Salih Muslim e. Muslim yek ji pêşengên damezirîner ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) e. Muslim bîranînên xwe yên bi Ocalan re, ji ANF’ê bi Bêrîtan Sarya re parve kir.
Salih Muslim da zanîn ku wî beriya ku Ocalan nas bike, Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kiribû. Muslim got ku ji sala 1978’an û pê ve li Erebistanê wî dest bi kar kir û ev tişt anî ziman: “Di navbera salên 1979-80’yî de min hin kadroyên ji bakurê Kurdistanê dîtin. Em jî di nava lêgerînekê de bûn. Bi taybetî piştî ku sala 1975’an serhildana Barzanî hate tepisandin, me meraq dikir bê ka tevgera kurd ew ê çi bike û dê çawa bidome. Hevalekî bi navê Husnu Yorulmaz ê ji Semsûrê hebû. Piştre derbasî Bakur bû û di sala 1987’an de şehîd bû. Bi rêya wî me weşan werdigirt û dixwend. Nexasim salên 1979-80-81’î me rewş timî dişopand.”
Hevdîtina destpêkê
Di berdewamê de jî Muslim got ku di destûra xwe ya salane de dihat Sûriyeyê û kêliyên destpêkê yên bi hevdîtina Ocalan re wiha vedibêje: “Bawerim sala 1984’an bû. Ji bo destûrê dîsa hatim Sûriyeyê. Min ji hevalê Husnu Yorulmaz ku me jê re digot hevalê Elî, ragihand ku ez ê li Şamê li malekê bim. Hevalan li wê malê yek şandibûn cem min. Em bi he re derketin. Min nizanîbû ku em ê bi ku ve biçin. Li taxeke şamê maleke 4 qatî hebû. Em derketin qata 4’an. Min dît ku yek li ser pêlikan e û li benda min e. Birêz Ocalan bû. Hevdîtineke germ û ji dil bû. Mîna ku me hev bi salan nas dikir.”
Muslim got ku piştre jî bi qasî 2-3 saetan bi Ocalan re axivîne û wiha got: “Min xwe da naskirin û wî jî qala xwe, tevger û pêvajoyê kir. Me firavîn bi hev re xwar û piştre jî em ji hev veqetiyan. Jidilbûn û germbûna hevdîtina destpêkê ne tiştekî ji rêzê bû. Bi rastî jî bandor li mirovan dikir. Ji nêzîkatî û axaftinên xwe nîşan dida ku çiqasî ji dil e. Karîzmayeke xwe hebû. Axaftina xwe ya bi mirovan re, analîzên xwe hêvî û bawerî dida mirovan. Qala pêvajoyên zehmet ên li pêşiya gelê kurd dikirin. Di heman demê de baweriya serkeftinê dida mirovan. Vê yekê bandoreke mezin li min kir. Piştre jî her ku ez diçûm destûrê me hev didît. Di sala 1991’ê de li Sûriyeyê bi cih bûm û hevdîtinên me bênavber domiyan. Min jî li Dengê Kurdistanê dinivîsî. Weke dostekî min alîkarî dida hevalan. Carna li Helebê û carna jî li Şamê min Rêbertî didît.”
Muslim daxuyand ku Ocalan nêrîna her kesî di girt û wiha pê de çû: “Carna bi zarokan jî dişêwirî. Di navbera salên 1997-98’an de li sînorê Başûr PDK’ê her tim operasyon dikirin. Di wê demê de liv û tevgereke xurt li buroyên lê bû hebû. Her tim nîqaş hebûn. Dibe ku biryara dawî ya wî bû lê belê bi her kesî dişêwirî, nêrîna her kesî digirt. Gelekî bandor li mirovên pê re nîqaş dikir, dikir.”
Vekirina qenala MED TV’yê
Di berdewamê de jî Muslim bal kişand ser vekirina MED TV’yê di sala 1995’an de û bîranîna xwe wiha parve kir: “Li mala partiyê em bi Rêbertî re rûniştibûn. Dostên partiyê ango gel hebû. MED TV vekirîbû û bernameyeke zarokan a bi kurdî hebû. Kurdî hînî zarokan dikirin. Vê bandoreke mezin li min kir. Rêbertî tv temaşe dikir û zarok bi vê sayê hînî kurdî dibûn. Vê yekê hêvî dida min. Bi rastî jî sala 1995’an bandoreke mezin li min kir. Dema ku Rêbertî diaxivî mirov dixwest rabe ser pêyan lê nedihişt. Mirov li cem wî bi rastî jî xwe weke mirov didît. Tu carî zext nedikir û dilnizm bû. Yekê ku wî nas neke, weke mirovekî gundî û ji rêzê didît. Lê dema ku pê re rûdinişt pê ve dihat girêdan.”
Pêşdîtina komployê
Têkildarî nîqaşeke beriya komployê jî Muslim wiha derbirî: “Demek beriya komployê bû. Nîqaşeke wiha dabû destpêkirin; ‘Ger bêjin ji vir derkevin, em biçin ku derê? Biçin çiyê yan Ewropayê?’ Kesê sedema vê nîqaş fêm nedikir. Piştre her kes li ser difikirî. Haya me ji komployê nebû. Xuya bû ku wî didît û amadekariyên wê dikirin.”
Hevdîtina dawî
Salih Muslim anî ziman ku hevdîtina wî ya bi Ocalan re jî herî dawî di 17’ê îlona sala 1998’an de pêk hat û ew kêlî wiha bibîr xist: “Em 6 kes bûn. Me li ser kurdên Sûriyeyê nîqaşên weke avakirina partiyeke nû dikir. Me dixwest tiştekî bikin. Ji bo vê jî em bi wî re civiyan. Ji serê sibehê heta êvarê em bi hev re bûn û me ev nîqaş meşand. Ji me re got, ‘Hûn kurdên li Rojava, li Sûriyeyê teqez xwe bi rêxistin bikin, tiştekî bikin. Em niha li vir jî bin em mêvan in, demek bê dibe ku em biçin’. Ji me dixwest ku em bi xwe bifikirin û ji bo xwe tiştekî bikin. Digot, ‘Nêrînên we hene, tecrûbeyên we hene. Hûn dikarin tiştekî bikin’. Me jî li ser vê bingehê hewl da tiştekî bikin. 15 roj piştî vê hevdîtinê jî komploya 9’ê cotmehê dest pê kir. Rêbertî ji Sûriyeyê derket. Her kesê Rêbertî mereq dikir. Cara yekemîn bû ku gelê Rojava bi rêberekî re hatibû girêdan. Ez li Kobanê bûm. Mîna ku yek li malê miribe û hatibe veşartin. Her kes gelek xemgîn bû û li ber teqînê bû. Dema ku Rêbertî li Îtalyayê bû, rojiyên mirinê pêk dihatin û mirovan xwe dişewitand.”
Berpirsyarê Komîteya Têkiliyên Derve ya PYD’ê Salih Muslim pêvajoya girtina Ocalan û piştî wê jî wiha parve kir: “Dema ku komploya navneteweyî pêk hat, gel êdî nema karîbû tehemûl bike û her kes daket kolanan. Dema ku min bihîst, ez li nava zeviyên xwe dixebitîm. Sibehan min li radyoyê guhdarî dikir. Di nûçeyan de dihate gotin, ‘Ocalan hate girtin, piştî 2-3 saetan dê Ecevît daxuyaniyê bide’. Ez yekser hatim malê. Berî ku zarokên min û hevsera min ji televîzyonê bibihîzin û nekevin nava şoqê, min hewl da dilê wan nerm bikim. Bû êvar Kobanê tev; zarokên pêxwas, jin, mêr her kes dakete kolanan. Berê xwe dan deriyê sînor. Hêzên dewletê jî ketin nava liv û tevgerê. Deriyê sînor girtin. Ji bo zerar li gel nebe, ji bo şer neqewime, me jî hewl dida gel rawestînin.
Rêbertî bi nêrîn, îdeolojî û pêşdîtina xwe ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo Rojhilata Navîn bi temamî bi bandor bû. Weke astengiya li pêşiya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn hate dîtin. Lewma komploya navneteweyî lê hate kirin. Hem bi pêşdîtina xwe, hem jî ji aliyê îdeolojîk ve ew xurt bû. Partî û gerîlayên xwe heye. Hêzek e ku dikare hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherîne. Ji bo serî ji bedenê qut bikin, ev komplo kirin.
Tevî komployê jî nekarîn Rêbertî bêdeng bikin. Li wê derê bi nivîs, analîz û pirtûkên xwe bandor dîsa li gel kir. Mirovên ereb, kurd û ji gelên din ew dişopandin. Li Îmraliyê gelek projeyên çareseriyê afirandin. Hêza xwe ya pêşdîtinê xurt e. Fikir, felsefe û projeyên Rêbertî hemû ji bo gelan e, ne tenê ji bo kurdan e. Projeyên mîna xweseriya demokratîk, neteweya demokratîk xwe dispêrin jiyana bi hev re û biratiya gelan.
Ji tîrmeha sala 2011’an û vir ve nahêlin parêzer, ji sala 2016’an û vir ve jî nahêlin malbata wî wî bibînin. Ev tecrîda giran ji bo wê yekê ye ku nehêlin nêrîn û gotinên wî derkevin derve. Ji ber ku bandorê li gel dike û bi cih tên anîn.
Yên ku em dikin kêm in. Ji destê me çi tê divê em wê bikin. Birêz Leyla Guven çalakiya xwe ne ji bo şexsekî, ne ji bo partiyekê, lê ji bo kurdên ji 40 milyonî dike. Ya ku me nekarî bike, ew dike. Divê em li bendê nesekinin. Heta bi gundên Rojava em çalakiyên piştevaniyê dikin, lê bandorê nake. Ji xwe li vir pêvajoyeke şoreşê heye. Yên ku li bajarên mezin ên Tirkiyeyê dimînin, divê destekê bidin. Li Enqere, Stenbol, Îzmîr û bajarên din ên mezin, divê dengê gelê me bi xurtî derkeve.
Paşeroja me bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye. Dijmin seferber bûye lê em hîn seferber nebûne. Ji gundan heta bajaran divê em çalakiyên xwe zêde bikin. Leyla Guven û hevalên di greva birçîbûnê de ne pêşeng in lê divê em bi xurtî li cem wan bisekinin û dengê wan li her derê bilind bikin.” QAMIŞLO