Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Ji bilî şer tu sozekî ku AKP bide gel nemaye’

Pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan got ku axaftinên Erdogan nîşan didin ku ji bilî şer, tu sozekî ku AKP bide gel nemaye. Altan diyar kir ku ji bilî HDP’ê hemû muxalefetê jî polîtîkaya şer a AKP’ê destek kir û hevkarên sûcê şer in

Krîza aborî ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe. Hikûmeta AKP-MHP’ê ku bi polîtîkaya şer re rê li ber krîza aborî vekir, niha jî bi gefan û hinek rêbazên rojane dixwazin krîza heyî veşêrin. Li ser bihabûna fêkî zebzeyan, serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan gef xwaribûn û wiha di got: “Ez bang li bacanfiroş, îsotfiroş, kartolfiroşan dikim. Ma hûn dizanin bihayê guleyekê bi çi qasî ye?” Têkildarî mijarê pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan ji MA’yê bi Yasîn Kobulan re axivî. Altan da zanîn ku Erdogan bi van gotinên xwe li xwe mikur hatiye.

Bahadir Altan anî ziman ku gotinên Erdogan ji du hêlan ve girîngin û wiha domand: “Yek; ev li xwe mikurhatinek e. Sedema herî girîng buhabûna heyî, şerê ku îktîdarê daye destpêkirin e. Sedema krîza aborî, ji ber polîtîkaya şerê Sûriyeyê ye. Maliyeta şer pir mezin e û ev maliyet li gel tê barkirin. Bi çi dide? Bi buhaya nan, bi buhabûna firingiyan, bi bêqîmetkirina pere, bi zêdebûna enflasyonê. Divê gel fêm bike ya ku her tiştî biha dike, şer e.”

‘Ji bilî HDP’ê muxalefet hevkarê sûcê şer e’

Altan piştre jî bal kişand ser xala duyemîn û ev nirxandin kir: “A duyemîn jî ew e ku ji bilî şer, ev îktîdar nikare tu sozekî bide gel. Berê qala projeyên pir, kanal û hwd. dikirin. Lê niha qala şer dikin. Piştî înşaetên wan rûxiyan, êdî ji bilî fişekan tiştek name di destê wan de ku bikarin soza wê bidin. Soza şer tenê sûcê AKP’ê nîne. Ji bilî HDP’ê hemû muxalefetê li meclisê ev şer erê kir. Niha jî nikarin vê biparêzin. Ji bo şer jî pêdivî bi dijminekî heye. Ev jî Esad û gelên Sûriyeyê bû. Bi vî şerî AKP’ê îktîdara xwe domand.”

CHP’ê tu carî efû nake

Altan herî dawî jî wiha got: “Tekane rêya derketina ji krîza aborî, aştî ye. Divê em ji gel re bibêjin ger debar nebe sedema vê şer e. Her tim dibêjin ‘pirsgirêka bekayê.’ Sedema vê jî şer e. Lê êdî kumê AKP’ê ketiye. Ne tenê bi krîza aborî, gel zarokên xwe jî winda dikin. Ji bo îktîdara AKP’ê zarokekî ku em qurban bikin an jî dijminekî ku em bikujin nîne. Muxalefet destekê dide şerê heyî. Ji ber vê jî ez CHP’ê efû nakim. Lê ji bo dengên netewperestan derewên heyî venegotin. Li cem îktîdara ku kurdan wekî dijmin dibîne cih girt. Hevkarê sûcê heyî ye. Ger pêvajoya aştiyê bidomiya dê li vir û Sûriyeyê şer ewqas mezin nebûbûya û xwîn ewqas nerijibûya. Dê me bihevre piştgirî bida kesên li dijî DAIŞ’ê şer dikir. Lê mixabin AKP’ê pirsgirêka kurd kûrtir kir. Îktîdara xwe li ser vê dijminahiyê ava dike.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar