Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Meşên li Ewropayê bi biryardarî didomin

Meşên dirêj ên li gelek bajarên Ewropayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û piştgiriya bi grevên birçîbûnê re hatine destpêkirin, berdewam in

Bi armanca şermezarkirina 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger re, bi tevlêbûna sedan kurdistanî û dostên wan, li gelek navendên Ewropayê meşên dirêj tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de meşa li Luksemboûrgê ya ber bi Strasboûrgê, meşa ji Londonê ya ber bi Gallerê ve û meşa ji Baselê ya ber bi Strasboûrgê ve didome.

Di vê çarçoveyê bi tevlêbûna bi dehan kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ji sê hêlan ve ber bi Strasboûrgê meşa dirêj hatibû destpêkirin. Meşa ku ji aliyê Luksembûrgê ji aliyê enternasyonalîstan hatibû destpêkirin kete roja 3’yemîn. Di heman demê de ciwanên kurd jî li Mannheîmê tev li meşê bûn. Enternasyonalîst û ciwanên kurd ên ku bi şev li Talengê mabûn, bi wesayîtan ketin bajarê Nancyê. Di meşê de bi gelek zimanan dirûşmên ‘Em hemû Leyla ne’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ tên berzkirin.

Meşvan dê daxuyaniyê bidin

Girse dê li gara Nancyê bêhna xwe vede û piştre li Qada Place Stanîslasê dê ji bo şermezarkirina 15’ê sibatê daxuyaniyekê bide. Piştre jî tê payîn ku dê meşvan biçin serdana şaredariya Vandeûevreyê û der barê komploya navneteweyî û grevên birçîbûnê de dosyayekê bidin rayedaran.

Meşa ji Baslê ber bi Strasboûrgê ve didome

Meşa dirêj a ji Baselê heta Strasboûrgê bi heman boneyê hatiye destpêkirin jî di roja 6’emîn de didome. Meşa îro serê sibehê li navenda Selestad a Fransayê dest pê kir û meşvanan dirûşmên ‘Azadî ji Ocalan re’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ berz kirin. Di meşê de li bajar, bajarok û gundan belavok hatin belavkirin. Kurdistaniyên li herêmên ku meşvan jê re derbas dibin dimînin jî tev li meşê dibin û piştgiriyê didin. Tê payîn ku piştî 26 kîlometreyên din dê meşvan bigihîjin bajarê Ersteînê.

Banga tevlêbûna mîtîngê kirin

Li komuna Martîgûes a herêma Boûches-du-Rhone ya li başûrê Fransayê jî kurdistanî û dostên wan 3 roj berê meş dabû destpêkirin. Meşa dirêj li ber Şaredariya Martîgûesê dest pê kir û 120 kurdistanî tev lê bûn. Tê payîn ku meşvan dê êvarê li Marîgnanê bêhn vedin û di roja şemiyê de li meydana Jolîette ya Marsîlyayê mîtîngekê pêk bînin û çalakî dê bi dawî bibe. Komîteya amadekar jî bi daxuyaniyekê banga tevlêbûna mîtîngê kir.

Meşa Londonê ket roja 3’yemîn

Her wiha bi heman boneyê li Londonê jî meşa dirêj dest pê kir. Meşa dirêj a ji Londonê heta Gallerê dest pê kir, didome. Meşvan li Readîng, Newbûry, Bath, Swîndon û Brîstolê dimeşin. Meş dê li bajarê Newport ê Gallerê êvarê bi dawî bibe ku berxwedêrê greva birçîbûnê Îmam Şîş li wê derê di çalakiyê de ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar