Malbata Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
Xwişk û birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç ji bo ku biçin Grava Îmraliyê û hevdîtinê bikin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî bi armanca hevdîtinê bi rêya parêzeran serlêdan kirin.
Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan piştî hevdîtina 11’ê îlona 2016’an û vir ve cara yekemîn di 12’ê çile de çû hevdîtinê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. STENBOL