Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Tevî dorpêçê jî parlamenter bi biryar in

Parlementerên di meşa HDP’ê ya bi dirûşma ‘Di Roja 100’emîn em bi Leyla re Tecrîdê Bişikînin’ li 15 bajaran da destpêkirin de cih girtin, di ketina Amedê de rastî dorpêça polîsan hatin. Lê tevî astengiyan jî parlamenter di meşa xwe de bi israr in

Parlamenterên HDP’ê yên bi armanca piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyal Guven a di roja 100’emîn berdewam dike, di meşa HDP’ê ya bi dirûşma ‘Di Roja 100’emîn de em bi Leyla re Tecrîdê Bişikînin’ a li 15 bajaran da destpê kir de, cih girtin û ber bi Amedê vê ketin rê, gihîştin bajêr.

Meşa ku bi dirûşma ‘Di Roja 100’emîn de em bi Leyla re Tecrîdê Bişikînin’ li Colemêrg, Wan, Qers, Idîr, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dêrsim,  Çewlîk, Dîlok û Rihayê ji 7 aliyan ve hat destpêkirin, parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş, Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, Ebrû Gunay, Pero Dundar, Tûma Çelîk, Siddik Taş, Feleknas Ûca, Ayşe Acar Başaran, Necdet Îpekyuz, Salîha Aydenîz, Saît Dede, Habîb Eksîk, Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, Tayîp Temel, Abdûllah Koç, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Şevîn Coşkûn, Mensûr Îşik, Erdal Aydemîr, Kemal Bulbul, Alîcan Onlu, Mahmût Togrûl, Ayşe Surucu û Nûsrettîn Maçîn beşdar bûn.

Parlamenterên ku di rêwitiyê de tim rastî astengiyên polîsan hatin, tevî hemû astengiyan jî xwe gihandin Amedê.

Polîsan rêyên diçin mala Guven girtin

Ji bo ku HDP’î li ber mala Leyla Guven daxuyanî nedin û meşa xwe li vê derê neqedînin, polîsan hemû rêyên diçin mala Leyla Guven a li navenda navçeya Rezanê, di saetên şevê de hemû bi bariyeran girtin. Ji bajarên derdorê polîs hatin teqwiyekirin û dîsa avahiyên HDP û DBP’ê yên bajêr hatin dorpêçkirin û wesayîtên TOMA hatin bicihkirin.

Polîsan dîsa du rêyên 500 Evler, Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl, 450 Evlerî û Otora Naveçeyê yên ji bo pêşwazîkirina parlamenteran dûrpêş kirin.

Walîtiyê meş qedexe kir

Di dema HDP’iyan xwe amade dikir ku heta ber mala Leyla Guven bimeşin, polîsek hat gel HDP’iyan û ji wan re ev tişt got: “Walitiyê meş qedexe kiriye û em ê ji ber vê destûr nedin meşê.” Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik jî ji polîs re got ku bi awayekî qanûnî ev meş dê neyê qedexekirin û ger bê qedexekirin jî ew ê serlêdana sûc bikin.

Li ser nîqaşên hatin kirin, rayedarên polîsan ji HDP’iyan re gotin ku encex bi wesayîtan dikarin  biçin ber mala Leyla Guven û tenê ji bo vê destûrê bidin.

Polîsan parlamenterek birîndar kir

Komek parlementerên HDP’ê ji duryana 450 Evlerê çûn ber nexweşxaneyek taybet a navçeya Peyasê û polîsan li vê derê parlamenter dorpêç kîrin.Di vê navberê de, polîsan parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydeniz dehf da û ket erdê. Aydenîz a birînar bû bi rakirin nexweşxaneyê û hat diyarkirin ku rewşan duristiya Aydenîz baş e.

Parlamenterên din ên li baxçeyê nexweşxaneyê jî, li dijî êrîşên fizîkî yên polîsan bi berzkirina dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ bertek nîşan dan.

Li aliyê din rojnamegerên ku hewl didin meşa parlamenterên HDP’ê bişopînin, ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar