Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Qedexeya saziyên çandî û wêjeyî nijadperestî ye

Gelo çima wezîrên karên hundir ên ji Bavyerayê vê dijminahiya çand û zimanê kurdî dikin? Her wisa saziyên kurdan herî zêde li vê eyaletê di tengasiyê de ne, lê saziyên tirk yên sîxur û faşîst li vê eyaletê xwe rihet û di nava ewlehiyê de hîs dikin û tevdigerin

Rastiyeke mirovan heye, dema mirov bi hêzekê nikaribe, dixebite ku wê anora xwe ya bi destê wê hêzê şikestî, di serê kesên ji xwe jartir û bêhêztir de bîne, da ku bikare wek toleya xwe hildabe, xwe hîs bike, hetanî radeyekê qisasê wê anora şikestî hilîne. Ev li ba zarokan jî wisa ye; kêliya dê û bav biqîrin ser wan û hêrs bibin, ew jî diqîrin ser lîstokên xwe. Dewleta alman ya hê jî wê giyana Hîtler dihundirîne, ne tenê ji bo berjewendiyên xwe yên li Tirkiyeyê, ji salên heştêyî ve hewl dide ku bi rêya dostaniya bi Tirkiyeyê re hest û anora xwe ya bi darizandina Naziyan re hatibû şikandin, bi êrişkirin û qedexekirina saziyên kurdan bitêrîne.

Ev cara çendemîn e ku di ser saziyên kurd yên wêjeyî û çandî de digire, alavên bi destûra yasayên wan jî hatine çapkirin, li ti derê cihanê nikare were qedexekirin, heta qedexekirina wan li dijî zagonên navneteweyî ne. Ev ne tenê dijminahiya partiyeke kurd dihundirîne ev rasterast dijminahiya ziman û çanda kurd e, dijminahiya mirovahiyê ye.

Bi taybetî ev tişteke balkêş e ku qedexeya yekem bi fermana wezîrê karê hundir ê ji Bavyerayê pêk hat û vê carê jî dîsa wezîrekî karê hundir ê ji Bayernê ev qedexe, êriş û desteserkirina alavên çandî da, hem jî di vê kêliya dagirkerên tirk di rewşeke herî tewanbar û bêhnçikandinê de ye, di dema grevên birçîbûnê de, ev biryar hatin wergirtin.

Gelo çima wezîrên karên hundir ên ji Bavyerayê vê dijminahiya çand û zimanê kurdî dikin? Her wisa saziyên kurdan herî zêde li vê eyaletê di tengasiyê de ne, lê saziyên tirk yên sîxurî û faşîst li vê eyaletê xwe rihet û di nava ewlehiyê de hîs dikin û tevdigerin. Dema mirov pirtûka Dr, phil. Stefan Meining ya bi navê “Eine Moschee in Deutschland” (Mizgeftek li Almanyayê /Nazî, saziyên istixbaratî û pêşketina îslama politik li Rojava/ Weşanxaneya C.H.BECK) dixwîne, lê hûr dibe û bi bûyerên van sih çil salên dawiyê re dirûberîne, hê vê rastiyê baş têdigihîje. Hema di rûpoşo bergê wê de wiha dinivîse: “Mislimanên di dema şerê Cihanê yê duyem de li gel artêşê (artêşa Naziyan) û SS´an de li dij Sovyetê şer kir û li Almanyayê man… Ew ji destpêkê ve weke beşeke biratiya misilmanan, derketin pêş…”

Di vê berhemê de baş tê zelalkirin ku ev misilmanên nijadtirk ên li gel naziyan bûn, bi tevahî ji komarên, Qazaxistan, Tirkmenistan, Qirim û yên din bûn, û xwe wek tirkên misilman didîtin. Ew eskerên hanê, piştî şer venegeriyan welatên xwe, bi giranî li Bavyerayê bi cih bûn, li wir zewicîn, ku pirraniya wan bi almanan re zewicîne. Beşeke Bavyerayiyan ji wan in. Wan ne tenê bingehên saziyên îslamî danîn, her wisa bingeha dostaniya tirk û bavyerayiyan jî danîn û di têkiliya tirk û almanan û li gel wê dijminahiya kurdan de bi roleke bingehîn rabûn. Piraniya wan di nav partiyên cigehî de cih girtine. Lewma jî divê mirov hewl bide ku bingeha wan siyasetmedarên partiya cigehî ya dijminahiya kurdan dike, baş lê bikole.

Ya diduyan, em dizanin ku têkiliyên serkarên alman bi ziyareta Qeyser Wilhelm II ya di sala 1871´an li ser bingeheke gelek berfireh rûnişt. Serkariya alman a kolonî bidestxistinê de dereng mabû, hewl da ku li aliyekî bi rêya Osmaniyan, li aliyên din bi têkiliyên şahînşahê Îranê re xwe bigihîne dewlemendiyên Kurdistanê. Ji bo vê ne tenê projeyên wek xeta trênê ya Stenbol û Bexdayê girt, ji azmûnên komkujiyên Îttîhat Teraqqî sûd wergirt: Wekî din jî ket nava hewldanan; mînak: Kesên wek Oskar Mann di bin navê “lêkolînên zanistî” de fînanse kirin û bi komeke mîsyonerên taybet re şandin Kurdistanê. Dema Oskar Mann bi boneye lêkolînan çû rojhilatê Kurdistanê, heyeta bi wî re çûbû, ji Hewramanan 16 000 milîs li dij îngilîzan organîze kirin, lê bi ser neketin.

Ya sisêyan; di nav NATO´yê de Almanya wek berpirsiyar û alîkarê Tirkiyeyê erk wergirtibû. Ev qedexeya PKK´ê jî biryareke NATO´yê bû û Almanyayê ew pêkanî, da ku pêşî li rêxistina serbixwe were girtin, ji kom, komik û partiyên hevkar ên di her rewşê de dikarin werin bikaranîn, vekin. Di wê  pêvajoya qedexekirina PKK´ê de jî Îstixbarata Tirkiyeyê pasaport dan rayedarên Başûr ku bikarin derkevin derve. Her wisa ji kom û komikên hevkar ên li
Almanyayê û Ewropayê re jî her derfet hate afirandin, da ku bê komên hevkar û bendekarên pergalê ti rêyên din ji kurdan re venebe.

Ya çaran: Di van rojên dawiyê de, di çapemeniyê de nûçeyên bi awayê “Almanya alîkariyê dide komên îslamîst ên Suriyeyê” ku Tirkiyeyê ew di bin navê mixalefetê de bi rêk xistine, belav bû. Her wisa têkiliya Almanya û PDK´ê jî di ser Tirkiyeyê re pêk tên. Ew heyeta çeteyên bi Tirkiyeyê re Efrîn dagir kirine bi aliyê Barzanî ve hat pêşwazikirin jî rasterast bi hevkariya Almanyayê re têkildar e.

Bi gotineke kurt û kurmancî, ev qedexeya Saziyên çandî, ne biryareke ji nişke ve ye û ne jî ya  Almanyayê tenê ye. Divê mirov van pêşketinên dawiyê hemûyan, têkiliyên bi kom û komikên kurd re jî di nav de wek konteksteke berfireh binirxîne, hê mirov dikare sedema vê qedexe û serdegirtina saziyên çandî û wêjeyî têbigihîje. Pirtûka Stefan Meining di vî warî de çavkaniyeke gelek girîng e.

Têbinî: Ev nivîs ji malpera Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye wergirtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar