Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Palamenterên fransiz ji bo Rojava û tecrîdê banga lezgîn kir

Parlamenter û senatorên Fransayê bi nameyekê ji hikûmeta Fransayê xwestin ku ji bo destekkirina têkoşîna jinên kurd a li rojava û bakurê Sûriyeyê û çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê

Bi dehan parlamenter û senatorên ji partiyên navxweyî yên Fransayê bi nameyekê ji hikûmeta Fransayê xwestin ku bi lezgînî bi Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re têkilî deyne û xwedî li  Rojava ya di hedefa Tirkiyeyê de û li berxwedana jinên kurd ên di grevê birçîbûnê de ne, derkeve.

Di nameya vekirî de ku ji partiyên rastgir, çepgir, ekolojîst û hilbijartiyên fransiz pêk dihat, şerê jinên kurd ên li Rojava û berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destnîşankirin.

Şermezariya hêzên navneteweyî

Di nameyê de hat diyarkirin nayê qebûlkirin ku welatên rojavayî rûyê xwe ji rewşa kurdên Sûriyeyê vegerînin û hat gotin ku tevî têkoşîna bi israr a jinên kurd a li dijî DAIŞ’ê jî destûrdayîna hêzên hêzên navneteweyî ya ji bo ku Erdogan Efrînê dagir bike, cihê şermezariyê ye.

‘Têkoşîna wan ji bo azadiya jinê dibe mînak’

Di nameyê de hat destnîşankirin ku tevî şertên giran ên şer jî jinên kurd, ereb û gelên din bi hev re dijîn, pergaleke demokratîk û ekolojîk a li ser mafê jinê ava kirine û ev tişt hatin gotin: “Jin ji bo aştiya li ser diyaloga domdar a gelan ava bikin têdikoşin. Reqqa ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin û ji hêla şaredareke jin ve tê birêvebirin. Têkoşîna wan a ku ji azadiya jinê re dibe mînak, hişmendiya dewletî ku xizmetê ji netewperestî û olperestiya radîkal re dike, dihejijîne.”

‘Erdogan ji fikrên jinên kurd ditirse’

Her wiha hat gotin ku êrîşên dewleta tirk ên li dijî kurdên rojava û bakurê Sûriyeyê, şoreşa jinan hedef digire û wiha dom kir: “Ji ber ku jin li dijî tundiya dewletê radiwestin, wêrek in û ji bo her kesî wekheviyê dixwazin, dibin hedefa Tirkiyeyê. Serokkomarê tirk çavnebariyê li azadiyeke wiha dike û ditirse ku ev fikr li Rojhilata Navîn belav bibe.”

Çalakiyên greva birçîbûnê

Piştre jî parlamenterên fransiz bal kişand ser rewşa li Tirkiyeyê û ev tişt parve kirin: “Dewleta tirk ji bo ku li girtîgehan bi hezaran girtiyên jin û mêr tune bibin hemû derfetan bi kar tîne. Li girtîgehan hemû cureyên zextê, kêmkirin û tacîzê hene. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku bi şert hatibû berdan a ji bo demokrasî, mafê mirovan û dadweriyê jî didome. Her wiha tevî Guven, 259 girtiyên siyasî yên jin û mêr ji bo şikandina tecrîda kêfî ya li ser xwe û lîderên xwe rêzdar Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê.”

Xwestin ku hemû girtiyên siyasî bên berdan

Name wiha bi dawî dibe: “Em bang li hemû parlamenterên Fransayê dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna jinên kurd. Divê projeya wan a civaka azad  a li dijî êrîşên Tirkiye û DAIŞ’ê bê destekkirin. Em dixwazin ku serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan hemû girtiyên siyasî yên jin û mêr berde. Em bang li Fransayê jî dikin ku ji bo sazkirina aştiyê ya li herêmê, bi mebesta çareseriyeke siyasî, ji bo kurdên li Sûriyeyê bikeve ber parastina navneteweyî û bi lezgînî, bi asta Konseya Ewlehiyê ya NY’ê kêferatê bike.”

Senator û parlamenterên ku nameya vekirî îmze kirine û partî û bajarên ku jê hatine hilbijartin wiha ne:

Senator:

Laurence Cohen-Partiya Komunîst a Fransiz (PCF), Val-de-Marne

Cathy Apourceau-Poly- PCF-Pas-de-Calaîs

Elîane Assassî- PCF- Seîne-Saînt-Denîs

Esther Benbassa- Partiya Ewropayê ya Partiya Keskan (EELV)-Parîs

Annîck Bîllon-Yekitiya Navendî, lîberaller (UC)-Vendée

Maryvonne Blondîn- Partiya Sosyalîst (PS)-Fînîstère

Célîne Boulay-Espéronnîer, Komarparêz(LR)-Parîs

Marîe-Thérèse Bruguîère, LR-Hérault

Célîne Brulîn, PCF-Seîne-Marîtîme

Cécîle Cukîerman, PCF-Loîre

Laure Darcos, LR-Essonne

Nathalîe Delattre, Çepgirên Radîkal û Sosyalîst (RDSE)-Gîronde

Sonîa De la Provôté, UC Grubu-Calvados

Catherîne Deroche, LR -Maîne et Loîre

Elîsabeth Doîneau, UC-Mayenne

Nîcole Duranton, LR-Eure

Frédérîque Espagnac, PS-Pyrénées-Atlantîques

Corînne Féret, PS-Calvados

Martîne Fîlleul, PS-Nord

Mîchelle Gréaume, PCF-Nord

Jocelyne Guîdez, UC-Essonne

Corînne îmbert, LR-Seîne-Marîtîme

Vîctoîre Jasmîn, PS-Guadeloupe

Mîreîlle Jouve, RDSE-Bouches-du-Rhône

Françoîse Laborde, RDSE-Haute-Garonne

Marîe-Noelle Lîenemann, Çepgirên Komarparêz û Grûba Sosyalîst -Parîs

Monîque Lubîn, PS-Landes

Mîchelle Meunîer, PS-Loîre-Atlantîque

Marîe-Pîerre Monîer, PS-Drôme

Chrîstîne Prunaud, PCF-Côtes d’Armor

Sylvîe Robert, PS-îlle-et-Vîlaîne

Laurence Rossîgnol, PS-Oîse

Sophîe Taîllé Polîan, PS-Val-de-Marne

Sabîne Van Heghe, PS-Pas-de-Calaîs

Mîchèle Vullîen, UC- Rhône

Parlamenterên Meclisa Neteweyî:

Carolîne Fîat, Fransaya Sernetewîn (Fî)-Meurthe et Moselle

Clémentîne Autaîn, Fî-Seîne-Saînt-Denîs

Elsa Faucîllon, PCF-Hauts-de-Seîne

Marîe-George Buffet, PCF-Seîne-Saînt-Denîs

Mathîlde Panot, Fî-Val-de-Marne

Sabîne Rubîn, Fî-Seîne-Saînt-Denîs. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar