Di 20’emîn salvegera Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Ocalan pêk hat de, berpirsa Navenda ji Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed nameya ku Ocalan bi destê xwe ji Îbrahîm Ehmed re şandiye yekem car weşand
Duh bi boneya 20’emîn salvegera Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, berpirsa Navenda ji Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed nameya ku Ocalan bi destê xwe di sala 1995’an de ji Îbrahîm Ehmed re şandiye, ji arşîva xwe derxist û belav kir.
Di nameyê de Ocalan qala girîngiya hevdîtinek xwe ya li gel Îbrahîm Ehmed û Mamosta Hawar dike û wê hevdîtinê wekî pêngavek mezin û dîrokî bi nav dike.
Nameya wiha ye: “Ji bo Mamoste Îbrahîm Ehmed û Hawar (Mihemed Resûl) ez gelek kêfxweş bûm. Dîtin û civîna me çêkirî dîrokî bû. Gaveke mezin bû. Ji bo miletê kurd damerizarandina Kongreya Neteweyî serkeftin bû. Ez her dem ji jiyana wan re tendirustî û serkeftinê dixwazin û silav dikim.”
09.12.1995
SILÊMANÎ