Polîsên dewleta tirk li gelek navçeyên Bursayê bi ser malan de girt. Hat zanîn ku di encama serdgirtina malan de gelek kes hatine binçavkirin
Bi nêzbûna hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê re hikûmeta AKP-MHP’ê jî lez da operasyonên qirkirina siyasî. Hat zanîn ku polîsên dewleta tirk li navçeyên Bursayê bi awayeke hemwext bi ser gelek malan de girt. Di encama serdgirtina malan de herî kêm 11 welatî hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan, polîsan bi awayekî hemwext li navçeyên Yildirim, Îngeol û Gemlik ên Bursayê bi ser gelek malan de girtiye. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku kesên hatin binçavkirin, bi tawanbariya parvekirinên medyaya civakî hatine binçavkirin.
Navê çend kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: “Fesîh Şencî, Yûsûf Dag û Omer Oner.” BURSA