Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

HDP’ê girtina Kaya û Karaaslan şermezar kir

Li Colemêrg û Agiriyê HDP’ê bi daxuyaniyên cuda girtina hevserokê HDP’ê yê Colemêrgê Sînan Kaya û namzeta hevşaredariyê ya  Şaredariya Agiriyê ya HDP’ê Yelîz Karaaslan şermezar kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê bi daxuyaniyekê girtina hevserokê HDP’ê yê Colemêrgê Sînan Kaya şermezar kir. Daxuyanî li avahiya HDP’ê ya Colemêrgê hate dayîn û di daxuyaniyê de tevî parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, rêveberên HDP’ê yên bajêr jî amade bûn.

Di daxuyaniyê de Dede diyar kir ku li hemû cîhanê destnedayîna parlamenteran heye û wiha domand: “Tu qanûneke ku dibêje; ‘parlamenter nikarin li bajarê lê hatine hilbijartin bimeşin’ nîne. Em dixwazin ku hêzên ewlehiyê li gorî qanûnên xwe tevbigerin. Tevî hevserokê partiya me yê bajêr Sînan Kaya, 8 kes 3 roj di bin çavan de hatin girtin. Ev hevalên me li avahiya partiyê ya bajar hatin binçavkirin.”

Bang li gelê Colemêrgê kir

Dede got ku girtina wan bi awayekî bêhiqûqî pêk hatiye û wiha pê de çû: “Em dizanin ku têkiliya van girtinan bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî re heye. Lê dê bi veguhastina dengan, girtin û binçavkirinan re nekarîn gelê me bitepisînin. Bersiva herî pêwîst jî dê gelê me di hilbijartina 31’ê adarê de bide wan. Em bang li gelê Colemêrgê dikin ku xwedî li HDP’ê derkevin.”

Li Agiriyê daxuyanî

Di heman demê de HDP a Agiriyê jî bi daxuyaniyekê girtina namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Agiriyê Yelîz Karaaslan şermezar kir. Daxuyanî li navenda HDP’ê ya bajêr hate dayîn û parlamenterê HDP’ê yê bajêr Abdullah Koç, namzetên hevşaredariyê û rêveberên partiyê jî amade bûn. Daxuyanî  ji hêla endamê PM’ê ya HDP’ê Zelal Yerlîkaya ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de Yerlîkaya got ku sedema êrîşên AKP’ê, tirsa têkçûnê wê ye.

‘Hûn ne aîdê vê axê ne’

Yerlîkaya da zanîn desthilatdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Leyla Guven ku di roja 101’emîn de didome ji nedîtî ve tê û wiha bi dawî kir: “Li dijî parlamenterên me yên jin ên ku dibêjin bila Leyla Guven bijî, êrîşeke dijwar heye. Namzeta me Yelîz Karaaslan bi awayekî bêhiqûqî hate girtin. Careke din zelal bû ku desthilatdarî di hilbijartinên 31’ê adarê de ji jinan ditirse. Zîhniyeta ku hevşaredara me girtin divê baş bizane ku tevî hemû êrîşan jî em ê biserkevin. Hûn ne aîdê vê axê ne. Bi tayînkirina qeyûman, bi girtina hevserokên me û namzetên hevşaredariyê hûn bi xwe nîşan didin ku hûn ne aîdê vê axê ne. Dê têkoşîna me ya li dijî tifaqa AKP-MHP’ê bidome.”COLEMÊRG-AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar