Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Komplo û hevaltiya sexte

Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dikeve merhaleya duyemîn û dibe ku bûyerên ku heta niha li Sûriye, Yemen û Iraqê qewimîne trajîktir bûyer biqewimin. Encamên vê merhaleya şer dê li herêmê gelek guhertinan bi xwe re bîne.

Hêzên navneteweyî dixwazin di civînên Cenevre, Astana, Riyad û Soçiyê de li gorî berjewendiyên xwe encaman bi dest bixin. Her civîneke hêzên navneteweyî xwedî wate û taybetmendiyekê ye, bes taybetmendiyeke hevpar a van civînan ew e ku tu çareseriyek xuya nake.

Bi gotineke din şîfre û niyetên esasî di bin rûpoşên wan de veşartî ne.  Lê tiştek pir aşkera û xwe dide der heye ku bi planên qirêj ên li dijî gelan dixin meriyetê, bêtir aloziyan derdixin da ku berjewendiyên xwe bi dest bixin. Ev siyaseta wan li ser bingeha şer û tunekirina gelan hatiye avakirin.

Desthilatdar dixwazin bi civakan bidin qebûlkirin ku çareseriya pirsgirêkan nîne. Di nav aloziyan de hebûna civakan didin jibîrkirin. Armanca dagirkeran ew e ku bi nêrîna pozîtîvîst gelan û civakan bixapînin. Neçareseriyên xwe wekî çareseriyên herî baş didin nîşandan. Hemû guftûgoyên wan ji bo berdewamkirina desthilata wan e û li ser hesabên gelan astengiyên li pêşiya xwe ji holê radikin û rêya xwe paqij dikin.

Hêzên modernîteya kapîtalîst û çavbirçiyên cîhanê dixwazin li Rojhilata Navîn bi hinek guhertinên biçûk gelan razî bikin. Xema wan guhertinên bingehîn nîne û ji bo wan ya girîng peydakirina koleyên nû ne.

Li cîhanê wekî du eniyên bi hev re têdikoşin xuya dikin. Li aliyekî Ewropa û Amerîka li aliyê din jî Rûsya û Çîn. Di esasê xwe de tu ferq di navbera van herdu eniyan de nîne. Ji ber ku her eniyek hewl dide qadên serwerî û hegemonyaya xwe berfirehtir bike. Niştecihên wê herêmê biçe dojehê jî haya wan ji van gelan nîne.   Çi Amerîka dibe, çi Rûsya an jî dewletên li Rojhilata Navîn dibe hemû hewl didin li ser hesabê gelan berjewendî û îktîdara xwe biparêzin. Hemû jî wekî şûrê Demokles li ser stûyê gelan sekinîne.

Her kes li ser navê gel û civakê diaxive, dibêjin îktîdar gel e, vîna gel esas digirin. Lê heta niha me nedît ev ên ku gelan temsîl dikin kî ne û li ku derê ne? Di vê serdemê de berjewendî ji exlaq û hemû nirxên mirovahiyê girîngtir tê dîtin.

Di demeke wiha de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket û got ji hişmendiya îktîdarê ku gelan dixapîne û minafiqtiyê re êdî bes e. Olperestî û neteweperestî xwedî heman ferasetê ne û hevdu temam dikin. Serdest ji bo xapandin û rêvebirina civakan herdu hêmayan weke amûr bi kar tînin.

Ocalan dîrok xwend, fêm kir û nas kir. Li rastiyê geriya da ku bigihê rastiya îzafî û bi vê yekê vîn û nirx bide mirov. Mirovahî vegere rastiya xwe û xwebûna mirov derkeve pêş. Ocalan teqez kir ku çareserî bi jiyana hevpar û bi rêzgirtina xwişk û biratiya gelan pêkan e. Li hemberî hişmendiya ezezitî, dîktatorî û tunehesibandinê demokrasiya rasteqîn esas girt.

20 sal berê hêzên navdewletî û hêzên herêmî ku bûne duvikê van hêzan bûn yekdest da ku bikaribin Abdullah Ocalan dîl bigirin. Ev rastî parçeyek ji rastiya dîrokî û civakî bû. Nakokiya navbera fikrên Ocalan û modernîteya kapîtalîst di vê dîlgirtinê de jî aşkera bû. Li aliyekî proseya hêzên hegemonîk ku li Rojhilata Navîn projeyên xwe dixin meriyetê û li aliyê din jî Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn projeya demokrasiyê pêşkeş dike.

Hêzên navdewletî di komploya li hemberî Ocalan de hêzên xwe yên herêmî bi kar anîn. Xwestin bi vê dîlgirtinê Ocalan ji civakê dûr bixin. Dibe ku di aliyê fizîkî de Ocalan dîl girtibin û ji civakê dûr xistibin lê di aliyê ramanî Ocalan di nav gelan de zindî dibe û roj bi roj aj dide. Ocalan careke din selimand kir ku raman dîl nayên girtin.

Ocalan dema dîl hat girtin got ku bi ‘hevaltiya sexte û rêhevaltiya kêm’ dîlgirtina wî temam bûye. Piştî 20 salan kesên ku di dîlgirtina Ocalan de rola wan heye dikarin bi azadiya Ocalan wijdanên xwe rehet bikin. Em di wateyeke rasteqîn de hevaltiya xwe pêk bînin. Ger Ocalan di warê fizîkî de azad bibe dê wê demê tahm û wateya azadî û rastiyê hebe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar