Polîsên dewleta tirk li taxa Xaçort a Wanê 3 zarokên ku binçavkirin di îşkenceyeke mezin re derbas kirin. Derket holê ku bi quntaxa çekan li serê zarokan xistine, serê wan xistine klozetê û ji ber îşkenceyê çavê zarokekî kor bûye û hestiyên wan şikestine
Li taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê zarokên bi navên O.D. (17), Ş.Y. (16) û O.S. (14) di 15’ê Sibatê de hatin binçavkirin. Zarokên ku birin Midûriyeta Asayişê ya Wanê rastî îşkenceyên giran hatin. Li gorî nûçeya ji MA’yê, zarokan da zanîn ku polîsan bi quntaxa çekan li serê wan xistiye û serê wan xistiye klozetê. Zarokên ku rastî îşkenceyê hatin, di laşê wan de şopên îşkenceyê hene û gelek hestiyên wan jî şikestine.
Zarokên ku rastî îşkenceyê hatin, hûrgiliyên îşkenceyê ji endam û serokê Komîsyona Mafên Mirovan û Mafê Zarokan a Baroya Wanê re vegotin. Ji 3 zarokên ku hêj li Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Wanê ten girtin, O.S. ji ber rastî îşkenceyê hat çavê wî yê çepê kor bûye. Îşkenceya ku li zarokan hatiye kirin di rapora Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê de jî hate destnîşankirin.
Bi quntaxa çekê li serê wî xistine
Têkildarî mijarê zarok O.D. anî ziman ku ew li taxa Xaçort a Rêya Armûşê dimîne û ev agahî parve kirin: “Ez muavînê dolmîşê me. Dema ez ji kar diçûm malê, polîsan ji ber bûyerên li taxê ez binçav kirim û li erdê dirêj kirim. Bi quntaxa çekê li pişt û serê min xistin. Bi pêhnan li zikê min xistin. Bi porê min girtin û kulm li rûyê min xistin. Piştre ez birim Qereqola Asayişê ya Tuşba (ya pişt AVM’ê) Li wir jî li min xistin. Serê min xistin klozetê û çêr û neheqiyên giran li min kirin. Piştre ez birim Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêmê û rapor girtin.”
Destên wan ji pişt ve kelemçekirin û îşkence kirin
Zarokê Ş.Y. jî got ku li heman taxê dimîne û wiha qala îşkenceyê kir: “Ez û O.D. li heman kolanê hatin binçavkirin. Beriya ku me bigirin gule berdan me û piştre gaz avêtin me. Dema xwestin em rawestin em rawestiyan. Ez girtim û li erdê dirêj kirim. Piştre destê min ji pişt ve kelemçe kirin û şimaq li min xistin. Bi quntaxa çekê li serê min xistin û kulm li rûyê min dan. Piştre ez birim Qereqola Asayişê ya Tuşbayê. Xwestin agahiyan ji me bistînin. Dema me got em tiştekî nizanin vê carê dîsa li me xistin. Heqaret û çêr li me kirin. Di saetên şevê de em birin nexweşxaneyê û rapor nivîsandin. Piştre em birin şaxa zarokan.”
Ji îşkenceyê çavê wî kor bû
Der barê îşkenceyê de zarokê 14 salî O.S. ku ew jî li heman taxê dimîne jî daxuyand ku ji bo kirîna çend eşyayan diçe dikanê û wiha dibêje: “Dema ji dikanê derketim ser kolanê, wesayîta polîsan li cem rawestiya. Ez netirsiyam. 8 polîs ji wesayîtê daketin û destê min li pişt min kelemçe kirin. Ez li erdê dirêj kirim û bi quntaxa çekê li ser û pişta min xistin. Hemû polîsan pêhn li min dan û piştre jî ez rakirim. 3 polîsan bi qulman li min xistin. Polîsekî bi guleya ku di destê wî de li serê min xist. Em birin qereqola polîsan. Li wir jî li min xistin. Piştî re ez birim destşoyê û serê min xistin klozetê. Niha çavê min ê çepê baş nabîne. Piştre em birin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê. Di derengiya şevê de em birin şaxa zarokan.”
Rapora îşkenceyê heye
Der barê mijarê de serokatiya Baroya Wanê jî daxuyani da û diyar kir her sê zarok beriya ku teslîmî şaxa zarokan bên kirin li qereqolê rastî îşkenceyê hatine û ev agahî dan: “Derbkirina zarokan di raporê de jî hatiye dîtin. Bi van zarokan re hevdîtin hat kirin û di axaftinên zarokan û çavdêriya komîsyonê de hatiye dîtin ku zarok rastî îşkence û muameleya xerab hatine. Li ser vê yekê girtek hatiye amadekirin û li Serdozgeriya Komarê ya Wanê gilî hatiye kirin. Baro dê vê mijarê bişopîne.” WAN