PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Newroz Ehmed: YPJ’ê baregeha dawî ya DAIŞ’ê jî têk bir

Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed da zanîn ku şervanên jin mîsyona xwe ya parastina jinan a di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de pêk anîn. Ehmed got ku herî kêm 200 jinên êzidî hatine rizgarkirin û YPJ’ê dawî li serdestiya DAIŞ’ê ya herêmê anî  ye

Di pêngava Bagera Cizîrê de şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi erka pêşengiyê rabûn. Hema hema di hemû operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de cih girtin. Bi saya şervanên YPJ’ê bi sedan jin û zarokên êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de û her wiha bi hezaran sivîlên herêmê rizgar kirin. Têkildarî rola YPJ’ê ya di Pêngava Bagera Cizîrê, ji fermandarên YPJ’ê û endama Fermandariya Giştî  ya HSD’ê Newroz Ehmed ji ANHA’yê bi Alva Osê û Ehmed Mihemed re axivî.

Newroz Ehmed destnîşan kir ku şervanên jin çawa beşdarî hemû pêngavên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bûn, di pêngava Bagera Cizîrê de jî roleke pêşeng dilîzin û wiha domand: “Armanca me ya sereke, rizgarkirina jinan a ji zilma DAIŞ’ê ye. Di dema pêngavê de gelek astengiyên weke hewayê nebaş ên weke mij û baranê hebûn. Her wiha di nava 5 salan de çeteyan tirsekî mezin xistibû dilê gel û jê re gotibûn ku ‘HSD dê we bikuje.’ Di serî de şênî ditirsiyan ku xwe nêzî me bikin. Lê piştre li derdora me kom bûn û ji bo pêşketina pêngavê piştgirî dan. Şervanên jin tevî astengiyan jî erka xwe ya rizgarkirina jinan pêk anî.”

Bi sedan jinên êzidî hatin rizgarkirin

Di berdewamê de jî Ehmed bal kişand ser rizgarkirina jinên êzidî û ev agahî dan: “Di pêngava Bagera Cizîrê de bi sedan jinên êzidî ji pencên çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Di pêngavê de 200 jinên êzidî yên ji Şengalê ku çeteyên DAIŞ’ê revandibûn, hatin rizgarkirin û radestî malbatên wan hatin kirin. Tevlêbûna nava refên YPJ’ê her ku diçe zêdetir dibe. Çeteyên DAIŞ’ê jin weke meta bi kar di anîn. Lê dema ku jin hatin rizgarkirin rastiya şervanên jin dît û tev li me bûn.”

Dawî li DAIŞ’ê anî

Fermandar Newroz Ehmed teqez kir ku çeteyên DAIŞ‘ê ji hêza leşkerî ya jinan ditirsin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şervanên jin ji bo rizgarkirina gel û xaka xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê berdêlên giran dan. Bi dehan şervanên me şehîd bûn. Lê YPJ‘ê çeteyên DAIŞ‘ê li baregeha wan a dawîn, têk birin. Mîsyona me ya rizgarkirin û parastina jinan ji zilm û zîhniyeta mêran, berdewam e.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar