Ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re bi pêşengiya Kongreya Star li Qamişlo konê çalakiyê hate vegirtin. Di roja destpêkê ya çalakiyê de 102 çalekvan ketin greva birçîbûnê
Bi armanca piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kongreya Star li navçeya Girkê Legê ya girêdayî Kantona Qamişlo bi dirûşma ‘Bi ruhê berxwedana zindanan em ê tecrîdê hilweşînin’ konê greva birçîbûnê veda. Konê grevê dê 3 rojan dewam bike.
Di roja destpêkê ya vegirtina konê çalakiyê de 102 kes tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn. Konê çalakiyê li pêşiya navenda Hêzên Parastina Civakî (HPC) hatiye vedan. Di bin kon de wêneyên Ocalan, hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û hevrêyên wê yên di grevê de hatin daliqandin.
Dê li dijî hemû êrîşa bisekinin
Di çalakiyê de nûnerên saziyên civaka sivîl, meclisên gel û şêniyên navçeyê jî amade bûn. Di çalakiyê de ji rêveberên Kongeya Starê Nesrîn Mihemed axivî. Nesrîn berxwedana Leyla Guven silav kir û ev tişt anî ziman: “Em ê li dijî hemû planên li dijî gelê xwe bisekinin. Em ê bi hemû hêz û vîna xwe li ber xwe bidin da ku em tecrîda li ser Rêber Ocalan bişikînin.” QAMIŞLO