Birca Bizinê ku ji qedexeya derketina derve ya 2’ê kanûna 2015’an ve ji ziyareta mirovan re girtîbû, bi ‘destûr’ ji ziyaretvanan re hat vekirin
Birca Bizinê ya Sûra Amedê ku di bin parastina Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de ye, bi qedexeya derketina derve ya 2’ê kanûna 2015’an re ji ziyareta mirovan re girtin, bi ‘destûr’ ji ziyaretvanan re hat vekirin.
Di 15’ê gulana 2016’an de ku dema êrîş û talankirina dewleta tirk a li ser Sûrê didomiya, ji aliyê polisên tirk ve tuwaleteke livbar li ser bircê hatibû bicihkirin. Piştî bertekên zêde tuwalet hatibû rakirin. Di 19’ê gulana 2016’an de jî li ser bircê bi kîsên qûmê yên bi tonan giran, kozikên leşkerî û sîstema elektrîk û kamerayê hatibû avakirin.
Birca piştî 3 sal û 2 mehan hê jî bi rêgiriyan girtî ye, îro hat dîtin ku mirov diçin ziyareta wê. Rojnamegerekî dema ku dît mirov diçin ziyareta bircê xwest ew jî biçe ziyareta bircê, lê rojnameger ji aliyê polisan ve hat astengkirin û jê re hat gotin ku ziyareta bircê bi ‘destûrgirtina’ ji Midûriyeta Ewlehiyê ya Sûrê pêkan e. AMED