Wezareta Karên Hundir a Avusturyayê ala PKK’ê jî di nav de gelek al û remzan qedexe kirin
Wezareta Karên Hundir a Avusturyayê ala PKK, Hamas, Hizbullah, Brayên Misilman û remza rêxistinên faşîst ên dewleta tirk Gurê Boz jî di nav de gelek al û remzan qedexe kirin.
Qanûna têkildarî al û remzan berê li meclisê hatibû qebûlkirin. Ala KCK’ê, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û remzên rêxistinên din ên kurdan di nav al û remzên hatine qedexekirin de cih nagirin. Dê qanûn ji 1’ê adarê şûn ve bikeve meriyetê.
Rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê bertek nîşanî biryarê dan û ragihandin ku dê biryara li ser qedexekirina ala PKK’ê bibin dadgehê û îtirazî biryarê bikin. VIYANA