Jin TV’ê li wargeha Penaberan a Mexmûrê bi merasîmekê ofîsek vekir. Jinên wargehê û saziyên jinan tev li merasîma vekirinê bûn
Jin TV ku di 8’ê adara 2018’an dest bi weşanê kir, ji bo ku bibe dengê hemû jinên kurd, herêmê û cîhanê xwe li welat û derveyî welat bi rêxistin dike. Bi vê armancê îro bi merasîmekê li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ofîsek vekir. Endamên Meclisa Îştarê û jinên wargehê jî beşdarî merasîma vekirina ofisê bûn û vekirina ofîsê bi kêfxweşî pêşwazî kirin.
Kordînasyona Meclisa Îştarê Nûran Sezgîn di merasîmê de axaftinek kir. Sezgîn di destpêka axaftina xwe de pîrozî li hemû xebatkarên Jin TV’ê kir û da zanîn ku Jin TV xeyalên Şehîd Nûjiyan, Denîz Firat û hemû şehîdên jin ên ragihandina azad pêk tîne. Piştî axaftina Sezgîn, merasîma vekirina ofîsê bi xwarina şîrînahiya ku ji bo vekirinê hatibû amadekirin, bi dawî bû. MEXMÛR