Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Weqfa Mezopotamyayê “Rêbera Rastnivîsînê” weşand

Weqfa Mezopotamyayê komxebata xwe ya li ser rastnivîsa zaravayê kurmancî ya zimanê kurdî kir pirtûk. Weqf dê di 21’ê sibatê de pirtûkê ji raya giştî re aşkera bike û ji bo jê sûd werbigirin ji hemû sazî û rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê re bişîne

Di dîrokê de hin deman bi zimanê kurdî perwerde hatiye dayîn û pê berhem hatine gihandin. Her çiqas di dîrokê de bi zimanê kurdî perwerde hatibe dayîn jî di sedsala dawîn de dagirkerên Kurdistanê perwerdeya bi kurdî qedexe kirine û zimanê xwe li kurdan ferz kirine. Ji ber vê sedemê, zimanê kurdî di bandora zimanê serdestên Kurdistanê de maye û li her çar parçeyên Kurdistanê di hêla rastnivîsê de li ser zimanê kurdî nîqaş hene.

Weqfa Mezopotamyayê ku di sala 2013’an li bakurê Kurdistanê hat damezrandin, bi armanca ku nîqaşên li ser rastnivîsa zaravayê kurmancî bi dawî bike, bi beşdarbûna gelek zimanzanên kurdî komxebatek da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de weqfê di navbera 14’ê adara 2015’an û 17’ê tîrmeha 2017’an de bi beşdarbûna zimanzanên kurdî yên her çar parçeyên Kurdistanê li Amed, Mêrdîn û Stenbolê 7 civîn li dar xistin.

Roja 21’ê Sibatê aşkera dibe

Weqfê di van civînan de li ser gelek mijaran nîqaş meşandiye û biryar wergirtine. Her wiha van biryarên ku wergirtine di bin navê “Rêbera Rastnivîsînê – Komxebata Kurmanciyê” de kir pirtûk û weşand. Weqf dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî de bi daxuyaniyeke çapameniyê Rêbera Rastnivîsînê ji raya giştî re aşkera bike û ji bo jê sûd werbigirin ji hemû sazî û rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê re bişîne.

Navê bajar û navçeyên Kurdistanê

Di Rêbera Rastnivîsînê de ji bilî sererastkirinên gelek mijarên ku di zaravayê kurmancî de li ser wan nîqaş hene, her wiha bi awayekî balkêş navê hemû bajar û navçeyên bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê jî yek bi yek hatine nivîsandin. Di dawiya Rêbera Rastnivîsînê de jî ferhengokeke ku ji 7 rûpelan pêk tê heye. Di vê ferhengokê de wateyên 136 peyvên kurdî yên bi zimanê tirkî, farisî, erebî hene.

Zimanzanên di komxebatê de cih girtine

Navên zimanzanên kurdî yên ji her çar parçeyên Kurdistanê ku beşdarî komxebatê bûne û keda wan di Rêbera Rastnivîsînê de heye, wiha ne; Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şûcaî, Deham Evdilfetah, Dîlawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmisanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Cafrzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mikaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî û Zulkuf Ergun.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar