Welaparêzê kurd Mehmet Demîr ku di nav têkoşîna azadiya kurd de xwedî kedeke mezin bû, jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê kurd Mehmet Demîr ku du sal berê ji ber nexweşiyekê rakirin nexweşxaneyeke li bajarê Koln a Almanyayê, şeva yekşemê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Demîr nêzî 25 salan li sirgûnê bû û di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de xwedî ked û hewldaneke mezin bû.
Tê payîn ku ji bo Demîr dê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Kolnê merasîmek bê lidarxistin. Cenazeyê Demîr dê piştre jî bişînin Amedê. KOLN