Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Kes fiyetê mazot û gubreyê napirse’

Komîsyonvanên hala Wanê destnîşan kirin ku îktîdar ji bo hilbijartinê deverên tanzîmê ava kirine û gotin bila hikûmet beriya her tiştî fiyetê mazot û gubreyê erzan bike

Komîsyonvanên Kompleksa Hala Wanê, bertek nîşanî mexazeyên tanzîmê dan ku îktîdara AKP’ê ji bo rê li ber zêdebûna fiyetên zebze û fêkiyan bigire ava kirin.

Komîsyonvanan, destnîşan kir ew zebze û fêkiyan ji derveyî bajêr bi fiyetekî biha dikirin, lê belê dîsa jî serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan krîza aborî davêje ser wan. Komîsyonvanan, destnîşan kir ku avakirina deverên tanzîmê ji bo hilbijartinê ne û gotin: “Bila hikûmet pêşî fiyetê mazot û gubre kêm bike.”

Komîsyonvan Zana Abî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û destnîşan kir ku krîza aborî bandor li herkesî kiriye û got: “Niha ez bêjim em perîşan in, wê ev gotin ne gotineke mubalexeyî be. Ber, pir biha ne. Ji ber vê mişterî nikarin tiştekî jîî bikirin. Gelek kes ji ber vê bihabûnê komîsyonvanan tawanbar dikin. Ev ne rast e. Em tiştekî bêqîmet qezenc dikin.”

Abî diyar kir ku zebze û fêkiyên li halê ji derveyî bajêr tên, ji ber ku fiyetê mazotê biha ye ev bandorê li heqê veguhastinê jî dike û wiha got: “Mesela em bêjin ev ber bi lîreyekê ye. Heta tê vir fiyetê veguhastinê û barkirinê jî lê tê barkirin. Loma heta tê vir dibe lîrekî û 60 quriş. Li vir jî divê komîsyon bacê, kirê, heê karkeran û lêçûnan jî lê bar bike.”

Abî anî ziman ku hedefgirtina komîsyonvanan wê tiştekî çareser neke û got: “Ji ber mazot, gubre û tovan lêçûn zêde dibin. Loma divê fiyetên evana bên erzankirin. Em dixwazin gelê me zebze û fêkiyan bixwe. Niha rewşa karê me qet nebaş e. Ev yek ji bo me zirar e. Ji gaza xwezayî bigire heta ceyranê hema bê her tişt zem xwariye. Ji ber vê ye ku zebze û fêkî biha ne.”

Tanzîm ne çareserî ye

Komîsyonvan Ekrem Bor jî diyar kir ku îktîdar ji bo hilbijartinê deverên tanzîmê ava kiriye û got: “Li Antalyayê xiyaran bi 4 lîreyan dikire û tê li nuqteyên tanîzmê bi 3 lîreyan difiroşe. Ancax heta hilbijartinê dikare vî tiştî bike. Wê piştî hilbijartinê nikaribe dewam bike.” Bor, anî ziman ku ên welat ber bi krîzê ve birine ne komîsyonvan in û got: “Ji hilbijartinê re hindik ma. Zemên tên kirin li hinan bar dikin û bi vî awayî propagandaya ji bo hilbijartinê dikin. Bi avakirina nuqteyên tanzîmê, çareseriyeke mayînde ne pkan e. Bi rastî jî eger ketibin etra vî gelî, pêşî divê fiyetên gubre, mazot, dermanan erzan bikin û bacê kêm bikin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar