Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP dê li 15 navçeyên Stenbolê jî namzetan nîşan bide

HDP, dê ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaelî parlementer Zuleyha Gulum û li 15 navçeyên Stenbolê jî namzetan nîşan bide. Li 9 navçeyan jî nîqaş berdewam dikin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo şardariyên bajarên Kurdistanê yên qeyûm tayînê wê hatin kirin qezenc bike û li bajarên rovaja jî AKP têk bibe, xwe ji hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê re amade dike û namzetên xwe diyar dike.

HDP, xwe amade dike ku îro saet di 17.00’an de lîsteyên namzetên xwe teslîmî Desteya Hilbijartinê ya Bilind bike. HDP’ê li ser vê yekê namzetên xwe yên Marmara jî diyar kirin. HDP’ê li Balikesîrê parlementer Alî Kenangolu û li Kacaeliyê jî, parlementer Zuleyha Gulum namzet diyar kirin.

HDP a ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) namzet diyar nekir, dê ji bo 15 navçeyan namzetên hevşaredariyan û endamên meclisê diyar bike. Ji bo 9 navçeyên din jî nîqaşên HDP’ê berdewam dikin.

HDP, dê ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaelî parlementerê Zuleyha Gulum û li 15 navçeyên Stenbolê jî namzetan nîşan bide. Li ser  9 navçeyan jî nîqaş berdewam dikin.

HDP’ê, sererastkirinên dawî di lîsteyan de kirin û li gorî vê jî dê ji bo Hevşaredariya Bagcilarê parlementer Huda Kaya, ji bo Hevşaredariya Sûltanbeylî parlementerê berê yê HDP’ê Nîhat Akdogan, ji bo Gazîosmanpaşa Parêzer Sînan Zîncîr, ji bo Sultangazî Serokê Şaredariya Xozatê yê berê Cevdet Konak, ji bo Esenler Calal Alpan û  ji bo Kagithanê jî Îsa Yildiz dê weke namezet nîşan bide.

Navçeyên dê HDP hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê lê diyar bikin wihane:  Beykoz, Çekmekoy, Pendîk, Sûltanbeylî, Umraniye, Bayrampaşa, Esenler, Fatîh, Gazîosmanpaşa, Kagithane, Sûltangazî, Arnavûtkoy, Bagcilar, Başakşehîr û Gungoren.

Li 15 navçeyan endamên meclisên şaredariyan

Navê 15 navçeyên HDP endamên meclîs lê diyar bikin wiha ne: Buyukçekmece, Kuçukçekmece, Sîlîvrî, Çatalca, Kartal, Şîle, Tûzla, Uskudar, Beyoglû, Eyup, Sariyer, Zeytînbûrnû, Bahçelîevler, Bakirkoy û Beylîkduzu.

 Niqaş dewam dikin

Navçeyên nîqaşên HDP’ê yên li ser berdewam dikin jî wiha ne: Avcilar, Şîşlî, Beşîktaş, Kadikoy, Ataşehîr, Maltepe, Adalar, Esenyûrt û Sancaktepe. HDP dê di saetên pêş de li ser namzetên xwe yên van navçeyan diyar bike.

Di nav endamên meclisên şaredariyan û hevşaredarên HDP’ê diyar kirin de, endamên partiyên kurdan ên bi wan re  tifaq kirin jî hene. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar