Hunermend, sînameger û şanoger jî di nav de komeke jin çûn mala Leyla Guven û serdana wê kirin
Serdanên piştgiriyê yên ji bo piştgiriya parlamenter û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 104 rojên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorgerde ye, didomin. Hunermend, sînemager û şanoger jî di nav de komeke jin çûn mala Guven û serdana wê kirin. Di serdanê de hunermend Mizgîn Tahîr ve Ozlem Gerçek ji bo Guven stran gotin û moral danê. Jinan qasek bi Guven re sohbet kir û wêneyên xwe pê re kişandin.
Piştî serdanê li ser navê koma jinan hunermend Mizgîn Tahîr daxuyaniyek da û diyar kir ku Guven pêşengiya têkoşîna jinê dike û ji ber vê yekê jin ji Guven hêz digirin. Tahîr di berdewamê de jî destnîşan kir ku çalakiya Guven çalakiyeke li dijî zilmê û kedxwariyê ye û wiha got: “Ev berxwedan berxwedaneke pir zelal e. Ji ber vê yekê em Leyla Guven pîroz dikin û bi rêzdarî bejna xwe li ber çalakiya wê ditewînin. Berxwedana wê berxwedana me ye.” AMED