Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Serfiraziya kurdan pîroz be!

Îro sibê dê mizgîniya xêrê bê dayîn û dê têkçûna DAIŞ’ê bi awayekî fermî bê aşkerakirin. Bi pêşengiya şervanên kurd dinya di warê leşkerî de ji belaya DAIŞ’ê rizgar bû.

Çavên dinyayê li ser vê daxuyaniyê ye. Heya niha şervanên kurd gelek caran cîhanê bi van mizginîyan şad û bextewar kirin. Destpêka vê destanê serkeftina Kobanê ye. Dema Kobanê hate rizgarkirin kurdan hêviya têkçûna DAIŞ’ê dan dinyayê. Hêviya desthilatdariya tarîtî û hovîtiya DAIŞ’ê jî şikandin. DAIŞ dixwest ku bi dagirkirina Kobanê bi ser Tirkiyeyê re bigihîje Ewropayê û bi tarîtiya xwe dinyayê dorpêç û dagir bike. Kurdan bi berdêlên mezin pêşî li vê  tarîtiyê girt û şerê rûmeta mirovahiyê meşand. Piştî serkeftina Kobanê DAIŞ pêl bi pêl têk çû. Rojavayê Kurdistanê, Sûriye, başûrê Kurdistanê, Iraq ji DAIŞ’ê hate paqijkirin. Her wiha mizgîniyên dawî kelecana mirovahiyê mezin kir. Mizgîniya Reqqayê, mizgîniya Tebqayê, mizgîniya Minbicê û her wiha mizgîniya rizgarkirina temamiya Rojava destpêka demeke nû ye. Ev mîlad dê di dîroka cîhanê de jî ji îro şûn ve bi aweyekî cuda bê axaftin.

DAIŞ di warê leşkerî de têk çû lê neqediya. Gelek dînamikên ku DAIŞ’ê xwedî bikin an jî dikin û wê ji nû ve diwelidinîn, hene. DAIŞ ne tenê hêzeke leşkerî ye, fikreke ji rê derketî ye, encama xirabûna oldarî û baweriyê ye. Hema bibêje hemû dewletên ku li ser navê olê tevdigerin û hemû birdoziyên ku ji vê yekê hêz digirin fikra DAIŞ’ê xurt dikin. Lewma talûke mezin e û hîn bi giştî nehatiye berterefkirin. Hêzên ku li ser guhê ‘DAIŞ qediya em jê xilas bûn’ razên dê mezin winda bikin. Ne tenê ew, dê mirovahî winda bike. Dê destkeftiyên ku heya niha hatine bidestxistin cardin bikevin bin talûkeyê.

Encama ku îro em diaxivin ne tenê têkçûna DAIŞ’ê ye. Her wiha ev encam azadiya mirovahiyê ye. Bi çi armancê dibe bila bibe hesabê li ser vê encamê  qumareke mezin e. Bi azadiyê nayê lîstin. Azadî ji bo hemû kesî peywireke mezin e û divê bi qasî bidestxistina wê, ji bo parastinê jî berdêlên mezin bên dayîn.

Niha ji bo ku ev encam ji holê bê rakirin hin derdor ketine nav hewldanê.  Êrîşa li hemberî Rojava ji nû ve afirandina DAIŞ’ê ye. Hewldaneke bi vî rengî tolhildana ji DAIŞ’ê ye. Yên ku çav li vê yekê bigirin jî şirîkê vê yekê ne. Lê divê kes ji bîr neke ku dewletên mezin dikarin bi siberoja gelan bilîzin. Dikarin destkeftiyên mirovahiyê bikin amûra bazarên qirêj. Lê belê encamên ku derketine holê nîşan dide ku êdî ev yek ne hêsan e. Ji ber ku;

  • Kes nikare fikra azadiyê ku bi van berdêlên mezin derketiye holê asteng bike. Ev azadî êdî azadiya mirovahiyê ye û divê ku ji aliyê mirovahiyê ve bê parastin.
  • Di encama van pêlîstikên erzan talûkeyên ku derkevin holê dê bandora xwe li ser hemû herêman bikin. Di meseleya DAIŞ û êrîşa Kobanê de jî derket holê ku ba û bahoza li herêmê li welatên Ewropayê li rojavayê dinyayê dibe tofan.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar