PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Berxwedana Leyla Guven di roja 105’an de didome

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye, di roja 105’emîn de berdewam dike

Berxwedana hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 105’emîn de di bin dorpêça polîs û maşîneyên zirxî de berdewam dike. Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de ketibû grevê û 105 rojin di grevê de ye. Guven, dema di 8’ê mijdara 2018’an de bi rêyea SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îlan kir ku heta tecrîd bi dawî nebe dest ji çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bernade. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir di 12’ê çileyê de Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û tenê 15 deqîqe hevdîtin hat kirin. Guven diyar kir ku bi dîtina 15 deqeyan tecrîd naşikê û çalakiya xwe berdewam kir. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25’ê çileyê de hat berdan û li malê çalakiya xwe ya grevê berdewam kir. Guven, dîsa diyar kir ku heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê dê çalakiya xwe berdewam bike û 105 roj in bi biryar çalakiya xwe berdewam dike.

Berxwedan didome

Çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 92’emîn de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaûrgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 66’emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 67’emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 300 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar