Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Duyemîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn dest pê kir

Duyemîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn bi dirûşma ‘Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pirreng û demokratîk ve’ li Kobanê dest pê kir

Duyemîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn ku bi dirûşma ‘Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pirreng û demokratîk ve’ li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê dest pê kir. Di konferansê de tevî çar parçeyên Kurdistanê, ji Sûriye, Iraq, Urdun, Lubnan, Filistîn, Lîbya, Ermenistan, Misr û Tirkiyeyê jî zêdetirî 300 delege tev li bûn. Ji Tûnis, Yemen, Afrîkaya Bakur û Sûdanê jî delege dê bi rêya skype tev li konferansê bibin.

Konferans dê sê rojan bidome û gelek mijar bên nirxandin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê komîteya amadekar axaftin hate kirin. Konferans dê bi peyamên pêkhateyan bidome.

Bernameya sê rojan a konferansê wiha ye:

Roja destpêkê:

Saet 09.00

– Komîteya Amadekar dê silavê bide mêvan û delegeyan

– Deqeyek rêzgirtin

Saet 09.15

– Axaftina destpêkê – Komîteya amadekar

Saet 10.30

– Peyamên partî û rêxistinên beşdar bûn

Saet 13.00

Navbera nîvro

Saet 14.00

– Sînevîzyona li ser berxwedana gel û ciwanên Rojhilata Navîn

Saet 14.30 – 17.30

– Nîqaşên li ser rewşa siyasî

Roja duyemîn:

Saet 08.00

– Di serdema Modernîteya Kapîtalîst de pirsgirêk û krîzên li Rojhilata Navîn

1- Jin û zayendîperestiya civakî

2- Olperestî

3- Netewperestî

4- Dogmatîzm

Saet 12.00

– Navbera nîvro

– Civîna komîteyê; amadekirina pêşnûmeya encamnameya konferansê

Saet 13.30

– Di xeta neteweya demokratîk de û di berxwedana gel de rol, wezîfe û berpirsyariya ciwanan

1- Mînaka Filistînê

2- Bihara Ereban

3- Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û mînaka şoreşê ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê

4- Qirkirin û komkujiyên çandî yên li gelên Rojhilata Navîn hatin kirin

Roja sêyemîn:

Saet 08.30

– Di krîza Rojhilata Navîn de rêyên çareseriyê û rola ciwanên Rojhilata Navîn ên şoreşger û demokratîk

Saet 12.30

– Navbera nîvro

Saet 13.30

– Pêşniyar û biryar

Saet 15.00

– Avakirina Koordînasyona Ciwanan a Rojhilata Navîn

– Xwendina encamnameya konferansê

Saet 16.00

– Axaftina dawî ya konferansê

– Pîrozbahî û moral

Roja çaremîn:

– Dê serdana şûnwarên dîrokî yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bê kirin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar