Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

DBP: Em xwedî li zimanê xwe derkevin

DBP’ê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî daxuyanî da û xwest li dijî asîmîlasyonê her kes xwedî li zimanê kurdî derkeve

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya DBP’ê wiha ye:

“Li gorî rapora UNESCO’yê li Cihanê bi giştî 7 hezar ziman tên axaftin lê belê 3500 ziman li ber tunebûnê ne. Bi taybetî dewletên netewperest û hegemonîk bi hişmendiya yek ziman û yek netewe nêzî zimanên dayikê yên gelan dibin û ji bo tunekirina zimanên dayikê yên gelan, polîtîkayên qirkirinê didin meşandin.

Li Tirkiyeyê jî rewşa 18 ziman û zaravayan ber bi tunebûne ve ye. Ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha, li hemberî gelê kurd û zimanê gelê kurd, hikûmetên ku rêveberiya vê komarê kirine polîtîkayên qirêj ên asîmîlasyon û înkarkirinê bi rê ve birine û bi van polîtîkayên qirêj xwestine zimanê gelê kurd bihelînin.

Tifaqa qirêj a hikûmeta AKP û MHP’ê bi polîtîkayên qeyûman, şaredarîyên gelê kurd xesp kirin. Qeyûman jî li hemberî zimanê kurdî, xebatên şaredariyan ên pirzimanî û saziyên zimanê kurdî, bi hişmendiya yek zimanî naveroka şaredariyan ên çandî û ziman vala kirin.

Ziman, çand, dîrok û hebûna gelê kurd tune tên hesibandin. Li hemberî vê hişmendiyê, sazîyên me ku têdikoşîn didin tên hedefgirtin û dixwazin bi operasyonên qirkirinê, saziyên demokratîk bê xebat û lawaz bimînin.

Axaftina bi zimanê dayikê ya li hemû qadên jiyanê mafê sereke yê gelê kurd e. Li hemberî polîtîkayên dewletê yên asîmîlasyonê, têkoşîn û pêşxistina çand û ziman jî mafekî sereke yê gelê me ye.

Azadiya ziman mafekî sereke ye û heta em mafên xwe yê ziman bi dest bixin divê em bi biryar li hemberî hişmendiya qirker û yekperest têbikoşin û têkoşîna xwe domdar bikin. Em di serî de ‘21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’ li gelê kurd û bi giştî jî li hemû gelên cîhanê pîroz dikin. Divê em li hemû deveran, li hemberî polîtîkayên qirker li ber xwe bidin, di nav têkoşînê de bin û em xwedî li zimanên gelan derkevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar