Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Fîncanci: Rewşa Leyla Guven nebaş e

 Seroka Giştî ya TÎHV’ê Şebnem Korur Fîncanci ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven li mala wê muayene kir, got ku tenduristiya wê nebaş e. Fîncanci, bang li rayaderan kir û got: “Em dixwazin li Tirkiyeyê tecrîd bi dawî bibe û mirov nemirin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven, di roja 105’an de didome. Her diçe tenduristiya Guvenê jî xirabtir dibe. Seroka giştî ya Weqafa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, çû mala Guven û ew muayene kir. Fîncanci, tevî serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr û endamê odeyê Cengîz Gunay serdana Guvenê kir û paşê der barê muayeneyê de daxuyanî da.

Fîncanci diyar kir ku ji roja TÎHV hatiye avakirin ew çalakiyên greva birçîbûnê dişopînin û piştî Guven qebûl kiriye wan ew muayene kiriye. Fîncanci destnîşan kir ku rewşa tenduristiya Guven qet nebaş e û wiha got: “105 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji taqet ketiye û zeîf bûye. Di warê girtina tiştên avî û vîtamîna B’yê de, li gorî sala 1996’an di salên 2000’î de rewşeke cuda rû da. Nexasim jî raçînga mêjî û sinir tên parastin. Ev pir girîng e. Çimkî, vîtamîna B û nexasim jî vîtamîna B1 nahêle texrîbatên mezin çêbibin. Loma vîtamîna B girîng e.”

‘Di xetereyê de ye’

Fîncanci bi bîr xist ku li Tirkiyeyê bi tena serê xwe vîtamîna B tune ye û loma çalakgerên greva birçîbûnê kompleksa B’yê bi kar tînin û wiha got: “Me bihîst ku ji bo çalakgerên li girtîgehê vîtamîna B1 a nû hatiye peydakirin. Lê belê ev ne mecbûrî ye. Li Tirkiyeyê vîtamînên kompleksa B hene. Ji evana tenê du hebên 250 mîlîxiram bê girtin jî bes e. Me tesîrên vîtamîna B’yê li ser Leyla xanimê dîtin. Sinirên wê di roja 105’an de hatine parastin. Lê belê rîskeke mezin heye. Hem ji ber emrê xwe hem jî ji ber rewşa tenduristiya xwe, divê pir baş bê parastin. Di rewşên wisa de her ku masûlke zirarê bibînin, ev yek bandorê li masûlkeyên dil jî dike. Rîskeke bi vî rengî heye.”

‘Bila tecrîd bi dawî bibe’

Fîncanci, bal kişand ser daxwaza Guvenê jî û ev tişt anî ziman: “Tecrîd bi tena serê xwe îşkence ye. Divê bi tu awayî pêk neyê û ji bo hemû girtiyan şert û mercên civakî bên peydakirin. Niha li girtîgehên Tirkiyeyê zêdetirî 300 girtî di greva birçîbûnê de ne. Divê sedema greva birçîbûnê bê zanîn. Berî ku tiştekî nebaş û mirin çêbibin, divê demildest daxwazên wan pêk bên û divê em jî vî dengî ragihînin hemû gelên Tirkiyeyê. Divê rayedar jî bibihîzin. Em dixwazin demildest tecrîda li Tirkiyeyê bi dawî bibe û mirov nemirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar