Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

8 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê

Li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê 6 girtî, li Girtîgeha Panosê jî 2 girtî ketin greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan

Grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê 8’ê mijdara 2018’an hatibû destpêkirin her diçin belav dibin. 6 Girtiyên li Tîpa M a Baybûrtê jî tev li çalakiya bêdem û bêdorveger bûne.

Girtiya bi navê Serfiraz Demîrer bi nameyekê ragihand ku 3 girtiyên bi navên Delîla Roj Erkmen, Sevgî Akar Gurduz, Fatma Yildirim 5’ê çileyê û girtiyên bi navên Serfiraz Demirer, Tugba Can, Zeynep Topçu jî 20’ê çileyê tev li greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûne.

Di nameyê de hate diyarkirin ku ji derveyî kesên tev li grevê bûne, 6 kesên li çalakgeran dinihêrin dane heman odeyê.

Di dewama nameyê de hat gotin ku rewşa wan baş e, moralê wan pir bilind e. Hat gotin ku hêviyên wan dê serfiraziyê tacîdar bikin di asta herî jor de ye. Herî dawî girtî silav û rêzdariyên xwe pêşkêş dikin.

Li aliye din li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê girtî Emre Yalçin û Mehmet Bozdag jî bi nameyekê ragihandin ku ji bo piştgirîdayîna berxwedana grevên birçîbûnê ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Nameya girtî Mehmed Bozdag wiha ye; “Ez Mehmet Bozdag di sala 1989’an de li navçeya Pîran a Amedê hatime dinê. Di temenê xwe yê biçûk de bi malbata xwe re me koçî navçeya Rezan a Amed’ê bûn. Min heta dibistana lîseyê li Amed’ê xwend û piştre jî ez çûm zanîngeha Erzinganê. Dema min zanîngeha Erzinganê dixwend di sala 2011’an de min xwest ez bibim rêwiyê rêya heqîqetê. Min bi vî rengî meşa ku di rêya heqîqetê de biryar da ez di sala 2012’an de li Dersimê dil ketim. 12 sal cezayê girtîgehê dan min, ev 7 sal in di girtîgehê de me. Girtîgehên ku ez lê mame bi rêzê wihane; Dersim, Erzirom, Rîze û herî dawî jî ez hatim Panosê.

Girtî Emre Yalçin jî bi nameyekê diyar kir ku ji 16’ê kanûna 2018’an ve ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye. Nameya Yalçin jî wiha ye; “Ez jî Emre Yalçin. Sala 1995’an de li navçeya Fethiye ya Muglayê hatim dinê. Dayika min bi eslê xwe arnavot e. Bavê min jî ji Giyadina Agiriyê ye. Min heta dibistana navîn li Îzmîrê xwend. Di destpêka sala 2009’an de min rêya heqîqetê nas kir û dawiya 2009’an de bûm rêwiyê vê rêyê. Di sala 2013’an de li Amed’ê  dîl ketim. Bi rêzê ve li girtîgeha Amed, Bayburt, Gumuşhane û herî dawî jî li ya Panosê mam. 11 sal cezayê girtîhê li min birîn û ev 6 sal in di girtîgehê de me.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar