Cenga ku îro tê meşandin a navbera dewleta R.T.Erdogan û Tevgera Azadiya Kurdistanê, mirov dikare bi zelalî bêje cengeke îradî ye.
Li aliyekî şer dewleta tirk e, li aliyê din jî îradeya/vîna gelê Kurdistanê ye.
Îrade, tê wateya baweriyê yan jî bi zimanekî din tê wateya îmanê. Ew aliyê baweriya wê/î xurt be, tê wateya ku îradeya wê/î jî xurt e. Yên ku îradeya wan xurt be, tê wateya ku curet û cesaretên wan jî xurt e.
Ka em bala xwe bidin vî şerê îradî yê vê serdema dawîn di rojevê de bû û niha hîn di rojevê de ye, ka gelo çawa ye û çawa dimeşe?
Aliyekî vî şerê îradî, ew in ku çavkaniya hêza îradeya wan felsefeya Rêber Apo ye. Baweriya xwe û ruhê xwe ji vir distîne. Ev bawerî li zindana Amedê, di kesayetiya Mazluman, Ferhatan, Kemalan û Xeyriyan de bû biryar û bû îradeyeke mezin. Ji ber ku ev îrade ewqas mezin bû, her çendî ev lehengên dîrokî bi fîzîkî şehîd bûn jî, lê ji ber ku ew îrade bû ruhekî weke çiya û kete mejî û laşê hemû hevalên wan û gelê Kurdistanê, ew îradeya wan neşikest û nemir, belê îradeya neyarên wan a zordarî ya faşîstan şikest.
Ew ruh û îrade, bi saya Rêber Apo li her çar parçeyên Kurdistanê derbasî şervanên azadiyê û gelê Kurdistanê bû. Di pêvajoyê de, sînor hîn berfirehtir bû derbasî Rojhilata Navîn û cîhanê bû.
Di roja me ya îro de û bi taybetî di van mehên dawîn de, ev ruh û îrade, di kesayetî û pêşengtiya Leyla Guven de roj bi roj berfirehtir û bi hêztir bû. Êdî li pey vê şopê li Hewlêrê Nasir Yagiz, 14 kes li Strasbourgê, 320 kes li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê, li Gallerê Îmam Şîş, li Mexmûrê Fadîle Tok, li Kasselê, li Nirunbergê, li Diusburgê Mustafa Tuzak, li Hollandayê û hwd. bi hejmarek mezin meşiyan.
Li hember vê îradeyê û vî ruhê berxwedêr, tu kes û ‘îrade’ nikare xwe ragire û li ber xwe bide. Çawa li hember îradeya berxwedêrên zindana Amedê, faşîzma Kenan Evren şikest, her wiha ya Receb Erdogan jî dişikê! Ji ber ku erê ew kes bûn, lê di heman demê de kesayet bûn û armanca wan ne ya yek kesî bû, belê hîn mezintir bû; felsefeya wan hemû gel, hemû civak hembêz dikir.
Çawa faşîzma Evren, ji berxwedêrên zindanê tirsiya û dawiyê li ber îradeya wan serî danî, R.Erdogan jî ditirse û di dawiyê de ew ê jî, ji neçarî li ber vê îradeya mezin û pîroz serî deyne.
Jixwe ji niha ve tirsa wî tê xuyakirin. Bêguman di serî de tirsa wî ya herî mezin ji Rêber Apo ye. Lewma Mihemed weke qasid bi lez û bez şand Îmraliyê. Lê bi ser neket. Her wiha ji Leyla jî çawa ditirse tê xuyakirin. Ji bo ku gel û hevalên wê yên parlamenter jî neçe cem wê, bi hezaran polîs, cendirme û maşîneyên zirxî mala wê dorpêç kirine!
Divê ku bitirse, jixwe ger netirse, divê wê wextê mirov ji xwe gumanan bike. Her wiha li gor zanistî jî, divê mirov wan kes û hêzan, xwedî îrade pênase neke. Ji ber ku baweriya wan lawaz e, nikarin bi curet biryaran jî bistînin. Lewma ji bo wan biwêja ‘bê îrade’ an jî ‘biryar û îradeya wan di destê biyaniyan de ye’ tê bikaranîn. Ma kê R.Erdogan ji N.Erbakan qetand û jê re AKP ava kir û ew li ser danî? Ne Amerika bû?
Dibe ku di ser nivîsê de jî kêmayî hebe. Gelo mirov bibêje ‘cenga bi îrade û bê îradeyan’ ne rastir be?
Dema ku wisa were sererastkirin. Encama vê cengê jî êdî bi hêsanî tê xuyakirin û bêguman îradeya ku ‘Berxwedan jiyan e’ ji xwe re kiribe şîar bi ser dikeve!