Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye, di roja 107’emîn de berdewam dike
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 107’emîn de di bin dorpêça polîs û maşîneyên zirxî de berdewam dike. Guven, bi armanca tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de ketibû grevê û 107 rojin di grevê de ye. Guven, dema di 8’ê mijdara 2018’an de bi rêyea SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îlan kir ku heta tecrîd bi dawî nebe dest ji çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bernade. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir di 12’ê çile de Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û tenê 15 deqîqe hevdîtin hat kirin. Guven diyar kir ku bi dîtina 15 deqîqeyan tecrîd naşikê û çalakiya xwe berdewam kir. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25’ê çile de Guven hat berdan û li malê çalakiya xwe ya grevê berdewam kir. Guven, dîsa diyar kir ku heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê dê çalakiya xwe berdewam bike û 107 rojin bi biryar çalakiya xwe berdewam dike.
Çalakiyên li girtîgehan di roja 69’an de ye
Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 94’emîn de berdewam dike. Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê di roja 68’emîn de, çalakiya koma destpêkê ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 69’emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 315 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. AMED