Duyemîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn ku li Kobanê tê lidarxistin di roja 3’yemîn de bi nîqaşan didome
Bi tevlêbûna zêdetirî 300 delegeyên ji gelek dewletên Rojhilata Navîn ên ji hemû gelan, bi dirûşma ‘Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pirreng û demokratîk ve’ pêr li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê 2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn hatibû destpêkirin.
Di konferansa ciwanan ku îro di roja 3’yemîn de didome, li ser ‘Di qeyrana Rojhilata Navîn de rista ciwanên Rojhilata Navîn ên demokratîk û şoreşger û rêyên çareseriyê’ nîqaş hatin meşandin.
Konferansa 2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi nîqaşan didome. KOBANÊ