Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berpirsên doza Komkujiya Gara Enqereyê tên parastin

4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi biryara pêwîstekî re xwest ku bi ser Komkujiya Gara Enqereyê de bigire. Parêzerên dozê destnîşan kir ku biryara dadgehê ji bo parastina desthilata siyasî ye û dadgehê bi biryara xwe diyar kiriye ku naxwaze peywirdarên cemaweriyê yên ji komkujiyê berpirsyar bidarizîne

Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê di 3’yê tebaxa sala 2018’an de der barê doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî Mîtînga Aştiyê pêk anîbû û 103 kesan jiyana xwe ji dest dabû, biryara xwe da. Biryar pêwîstekî ku ji 872 rûpelan pêk tê hat ragihandin. Der barê biryara pêwîstekî de parêzerên dozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê biryareke ku ‘ti tiştek nabêje’ nivîsandiye û ev tişt parve kirin: “Dadgeha Enqereyê ji peyva edaletê dûr ketiye. Biryar, li gorî daxwaza siyasî hatiye dayîn. Em dizanin ew nabihîzin û li ser navê hiqûq û edaletê em şerm dikin. Em neçarin ku der barê mezintirîn doza welat ku têkildarî wê biryara pêwîstekî hatiye dayîn, raya giştî rast agahdar bikin. Me gotibû ku em ê vê biryarê qebûl nekin. Tabloya komkujiyê bi temamî nehatiye ronîkirin û hemû berpirs nehatine darizandin.”

Nehiştin ku berpirs bên darizandin

Parêzeran di berdewamê de jî da zanîn ku 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi biryara pêwîstekî re jî sekna xwe ya heyî domandiye û ev agahî dan: “Bi giştî der barê komkujiyê de jî ti tiştek negotine. Di biryara pêwîstekî de ti tiştek nîne. Ji ber komkujiyê gelek kesan zirar dîtiye û hejmara kesên dosyayê bûn – tevî saziyên ku daxwaza wan a tevlêbûnê hatiye qebûlkirin- 697 kes in. Di biryara pêwîstekî de gotinên hemû beşdaran hene. Pir balkêşe ku daxwaza beşdaran a darizandina berpirsên komkujiyê ango peywirdarên cemaweriyê bêbersiv hatiye hiştin. Ev rewş di hemû danişînan de ji hêla me ve hatiye vegotin û delîlên şênber di dosyayê de hatine destnîşankirin. Bi vê yekê re jî hatiye xwestin ku peywirdarên cemaweriyê yên ku tiliya wan di komkujiyê de heye bên darizandin. Lê mixabin hemû daxwazên min bêbersiv man.”

‘Armanc parastina desthilatiya siyasî ye’

Di berdewamê de jî hat destnîşankirin ku di biryara pêwîstekî ya ji 872 rûpelan pêk tê de tenê bi qasî rûpelek û nîv cih girtiye û wiha bi dawî kir: “Dadgehê darizandina peywirdarên cemaweriyê ji nedîtî ve hatiye. Qala gelek delîlên di dosyayê de jî nehatiye kirin. Di rapora Mufetîş a Wezareta Karê Hundir û dosyeyên ji dadgeha Dîlokê, dosyeyên tespîta pevragihanê hene hatine tunekirin. Ev delîlên ku em qala wan dikin, li cihên mîna Enqere, Edene, Dîlok û Kilîsê û hwd. wezîfaderiya cemaweriyê kirin e. Ev jî nîşan dide ku wezareta karên hundir, MÎT û desthilata siyasî rê daye komkujiyê. Li dijî mirovan sûc hatiye kirin. Bi vê biryarê dixwazin berpirsyariya desthilatiya siyasî ya di komkujiyê de binûxumînin. Dadgeh li gorî daxwaza desthilata siyasî tevgeriya ye û xwestiyê wê xelas bike. Lê em ê ji bo vê biryarê li çepikan nedin û dê têkoşîna xwe ya edaletê mezintir bikin. Ji ber ku ev biryareke serbixwe nîne. Li gorî rewşa siyasî ya Tirkiyeyê hatiye dayîn.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar