Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Em li cem Guven bin, dengê wê bidin bihîstin’

Şandeyeke ku hevberdevkên HDK’ê Gulistan Koçyîgît û Sedat Şenoglu jî di nav de serdana Leyla Guven kirin û bang li her kesî kirin ku li cem Guven bin û dengê wê bidin bihîstin

Endamên Însiyatîfa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd rabe, serdana hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 107 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, kirin. Di nav şandeyê de hevserokên HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sedat Şenoglu û her wiha nûnerên ESP’ê, Hewldana 78’iyan, Partiya Kedê hebûn.

Endamên şandeyê ku hatibûn mala Guven a li Taxa Baxcilarê ya navçeya Rezanê ya Amedê, piştî serdanê li ber derî xwestin daxuyaniya çapemeniyê bidin, lê li rasta astengiya polîsên hatin. Koçyîgît li gel hemû zexta polîsan jî daxuyanî da endamên çapemeniyê.

Koçyigît diyar kir ku Leyla Guven gelek westiyayî xuya dikir û bi zehmetî diaxivî û wiha got: “Ev welat bi pêkanînên 12’yê Îlonê tê birêvebirin. Ji bo ev pêkanîn bi dawî bibin û welat demokratîk bibe ev çalakî hat destpêkirin. Leylayê got ziyaret û peyamên ji bo wê tên dayîn wê bextewar û bi hêvî dike. Her wiha got dê bi hêsanî nemire û ev berxwedan dê bi tacîdarkirinê bigihîje serkeftinê. Em carek din wek înîsiyatîfê bang li hemwlatiyan dikin ku li cem Leyla Guven bin, bibin dengê wê û dengê wê ragihînin.”

Her wiha Koçyigît ji bo Leyla Guven bang li Wezîrên Edalet û Karê Hundir jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî yasayên xwe tevbigerin û tecrîdkirina birêz Ocalan û girtiyên siyasî rakin. Li hemû girtîgehan greva birçîbûnê belav bûye û em pêvajoyek darbest ji girtîgehan derkevin naxwazin. Heke tecrîd ranebe û ev çalakî dewam bikin dê welat hin bêtir ber bi tarîtiyê ve biçe. Jiyankirin û jiyandin armanca me ya bingehîn e. Lê divê ev jiyan jî jiyanek bi rûmet be.”

Piştî daxuyaniyê endamên şandeyê ji ber mala Guven veqetiyan. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar