Li navenda û navçeyên Wanê di encama serdgirtina malan de zêdetirî 12 kes hatin binçavkirin
Bi nêzbûna hilbijartinên rêveberiyên herêmî re hikûmeta AKP-MHP’ê jî lez da operayonên girtin û binçavkirinê. Di vê çarçoveyê de polîsan li navenda Wanê û leşkeran jî li navçeya Elbak a Wanê bi awayeke hemwext bi ser gelek malan de girt.
Hat zanîn ku di encama serdegirtina malan a li Wanê de 8 welatî û li Elbakê jî herî kêm 4 kes hatin binçavkirin.
Çavkaniyan da zanîn ku kesên hatin binçavkirin, birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Wanê. WAN