Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Demîrtaş serî li Rêveberiya Mezin a DMME’yê da

Selahattîn Demîrtaş biryara ku DMME’yê têkildarî wî dabû û xalên dijber ên biryarê ku berdana wî jî di nav xwe ve de vedihewîne bire Rêveberiya Mezin a DMME’yê

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di 20’ê mijdara sala 2018’an a der barê wî û xalên dijber a biryarê ku serbestberdana wî jî di nav xwe de vedihewîne bire Rêveberiya Mezin a DMME’yê. Demîrtaş, di serlêdanê de ya ku bi rêya parêzerên xwe kirî de hem xest ku dîsa li xalên dijber binihêrin û hem jî xwest ku têkilî ku Tirkiye biryarê bi cih bîne, hukim bide.

Parêzerên Demîrtaş têkilî serlêdanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Daîreyan Duyemîn a DMME’yê di biryara xwe ya têkildarî serlêdana Selahattîn Demîrtaş ragihandibû ku bi biryara girtinê ya der barê serlêder re, xalên 5 (3), 5 (3) û xala 3’yemîn a Protokolên 18 û 1’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatine binpêkirin. Daxuyanî wiha dom kir: “DMME’yê piştî ku biryara der barê Demîrtaş li hiqûqa navxwe nayê bicihanîn, bi îdiaya têkilî şîrovekirina PMME’yê û bicihanîna wê bi kêmanî 5 pirsgirêkên sereke yên giran û giştî bi xwe re anîne, bi daxwaza ku Rêveberiya Mezin li biryarê binihêre, di 19’ê sibata sala 2019’an de serî li Rêveberiya Mezin daye.”

Di daxuyaniyê de xalên daxwaznameyê hatin destnîşankirin ku daxwazname ji hêla Profesero Dr. Başak Çali û Dr. Kerem Altiparmak ve hatiye amadekirin. Parêzeran destnîşan kir ku heke panêla ku salê 6-7 caran dicive biryareke erênî bide, doz li Rêveberiya Mezin dê dîsa were nirxandin û diyar kirin hem Demîrtaş û hem jî hikûmetê xwest ku doz li Rêveberiya Mezin were dîtin û gotin, berevajî daxuyaniyên li jorê, di daxwaznameya hikûmetê de hatiye xwestin ku biryara binpêkirinê careke din were nirxandin. Parêzeran her wiha diyar kir ku heke biryareke neyînî were dayîn, ev biryar ji hêla hiqûqa hevpeymanê ve dê teqez bibe û ji bo bicihanîna wê dê were şopandin, dê biçe Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar