Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Efrînê talan, dizî û revandin

Komên çete yên artêşa tirk li Efrînê bi ser gundê Basûfanê de girt û malê gel talan kir. Hat zanîn ku çeteyan zêr û pereyên şêniyên gund dizîn û welatiyek jî revandin

Binpêkirin, talan û wêrana hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrînê berdewam dikin. Hêzên dagirker û artêşa tirk ku li Efrînê demografyaya herêmê diguherîne, rojane bi ser malên şêniyên Efrînê de digirin û malên wan talan dikin. Her wiha rojane şêniyên Efrînê tên revandin, îşkencekirin û komên çete bi darê zorê pereyên wan di dizin.

Li gorî agahiyan, çeteyên bi navên Hemze Zeyîd û Ebo Îdrîs ên girêdayî koma çete ya Feylaq El Şam ku girêdayî dewleta tirk e, êrîşî mala şêniyê bi navê Ebdilkerîm Nasir Mûsa yê ji gundê Basûfan ê navçeya Şêrawa ya Efrînê kir.

Bihayê 10 hezar dolaran zêr dizîn

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku çeteyan di dema êrîşê de li sivîlan xist, zêrên jinan jê stendin û bi benan girê dan. Çavkaniyan daxuyand ku bihayê zêrên ku çeteyan ji şêniyên gund dizîn bi qasî 10 hezar dolaran e.

Welatiyek hate revandin

Hat zanîn ku çeteyan li gundê Basûfanê alavên dikana madeyên xwarinê yê welatiyê bi navê Xelîl Nasir Ehmed jî dizîn. Hat zanîn ku 500 hezar lîreyên Sûriyeyê jî ji dikanê hatine dizîn. Çeteyên artêşa tirk şevê din jî welatiyê bi navê Nezmî Elî yê ji gundê Biric El Qas ê li navçeya Şêrawa dema ku li ber pezê xwe bû, revand. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar