Gerîlaya HPG/YJA-Starê li bajarê Şirnex û Agiriyê li dijî hêzên artêşa tirk çalakî li dar xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Şirnex û Agiriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ya li ser çalakiya gerîlayan a li Şirnexê ev agahî da: “Roja 19’ê sibatê hêzên me li herêma Korê ya Çiyayê Cudî yê Şirnexê yekîneyekî veşartî ya artêşa TC’ê xist bin kontrola xwe. Piştî şopandina demekê heman rojê saet 14:00’an hêzên me êrîşî yekîneya veşartî kir. Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespît kirin. Roja 20’ê sibatê artêşa TC’ê li herêma Deriyê Berana, Deriyê Wara û Navser a Çiyayê Cudî bi helîkopteran leşker danîn û operasyon da destpê kirin. Operasyon heman rojê saet 21:00’an bêyî ku encamekê bigre paş ve vekişiya.”
Li dijî wesayîta zirxî çalakî
Derbarê çalakiya li Agiriyê jî HPG’ê ev tişt ragihand: “Roja 21’ê sibatê hêzên me saet di 14.30’an de li ser rêya Gundê Zorava yê navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî wesayîteke tîpa kobra ya artêşa TC’ê çalakiya sabotajê lidarxist. Agahiyên vê çalakiyê piştî ku diyar bûn dê bi raya giştî re were par ve kirin.” BEHDÎNAN