Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bayik: Têkoşîna Rêbertiyê sîstema faşîst teşhîr kir

Cemîl Bayik da zanîn ku pergala Îmraliyê ne ji hêla dewleta tirk ve, ji hêla hêzên navneteweyî ve hatiye avakirin û çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan jî silav kir. Bayik diyar kir ku sîstema dewleta tirk li ser bingeha faşîzmê hatiye avakirin û têkbirina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê, di heman demê de tê wateya têkbirina sîstema faşîzmê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê, berxwedana grevên birçîbûnê, ‘Plana Têkbirinê’ ya rejîma AKP’ê û 2’yemîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn ji Radyoya Dengê Welat re axivî û pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç bersivand.

Cemîl Bayik di serî de bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven û endamê HDP’ê Nasir Yagiz hatiye destpêkirin. Bayik di serî de hemû çalakvan silav kir û wiha got: “Çalakiyê sînorên zindan û Kurdistanê derbas kir. Hemû dijberên faşîzmê di refên çalekgeran de cih digirin. Lewma ji niha ve di dîroka mirovahiyê de bi cih bûye. Çalakî ji bo hemû mirovahiyê ye û li dijî faşîzma Tirkiyeyê ye. Faşîzma li Tirkiyeyê, faşîzmeke ji rêzê nîne. Hîtler jî gotiye, ‘min ew fikir ji tirkan girt.’ Ev rastiyekê vedibêje. Ji bo rakirina vê faşîzmê pêwîstî bi bi helwesteke li dijî tecrîdê heye. Ger tecrîd bê şikandin, faşîzm jî dê bişikê. Ev jî di xizmeta mirovahiyê de ye.”

Avakarên pergala Îmraliyê

Bayik got ku sîstema li Îmraliyê ne ji hêla dewleta tirk ve, ji hêla hêzên ku pêşengiyê ji modernîteya kapîtalîst re dikin hatiye avakirin û sedema wê wiha vegot: “Bi dîtina me, îdeolojî û felsefeya Rêber Apo alternatîfa sîstema modernîteya kapîtalîst e. Alternatîfeke pir xurt e û her diçe tesîrê li ser jinan, gelan, ciwanan, hêzên sosyalîst ên li dijî vê sîstemê ne dike. Dîtin ku ger pêşî li neyê girtin, dê alternatîf xurt bibe û sîstema modernîteya kapîtalîst bixe nava rewşeke metirsiyê. Lê vê sîstemê li Kurdistan û Rojhilata Navîn gavên girîng avêt  û sîstemek ava kir. Di bingeha hemû sîsteman de Rojhilata Navîn xwedî cihekî ye. Kurdistan jî li Rojhilata Navîn navendek e. Dîtin ku Rêber Apo sîstemê di navendê de dixe talûkeyê. Ji ber vê jî xwestin pêşî li vê tevgerê bigirin, kontrol bikin, derbê lê bixin, tasfiye bikin ku sîstema wan bimeşe. Ev hêz jî Amerîka, Ingilîstan û Îsraîl in. Sedema komploya navneteweyî ev e. Tevî hinek hêzên kurd, gelek dewletên din jî tev li komployê bûn. Cara yekemîne ku di dîroka mirovahiyê de komployekî bi vî awayî tê kirin. Lê tevî hemû hewldanan tasfiyekirina fîzîkî, siyasî ya PKK’ê û Rêber Apo jî, Rêber Abdullah Ocalan, gerîla û gelê kurd komplo têk bir.”

Hêzên ku AKP ava kirin

Di berdewamê de jî Bayik bal kişand ser Saziya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û got ku di avakirina sîstema Îmraliyê de nûnerê CPT’yê jî heye û sedema bêdengiya wan jî ev e.  Piştre jî Bayik der barê avakirin û amadekarina faşîzma AKP-MHP’ê axivî û wiha got: “Ger ku sîstema modernîteya kapîtalîst AKP û MHP amade nekiribûna û alîkarî nedabûya wan, ne mimkun bû ku Erdogan bihata û bibûya desthilatdar. Hin kesên li derve û nava AKP’ê ev rastî aşkera kirin. Erdogan û Bahçelî her tim dibêjin, ’em neteweyî ne, her tiştî em bi rengekî neteweyî dikin.’ Ev dereweke mezin e. Ew bi xwe ne neteweyî ne. Amerîka ew amade kirin û anîn desthilatiyê. Ji bo parastina desthilatiya xwe gel dixapînin. Lê binihêrin, kengî AKP û Erdogan dikevin tengasiyê, Amerîka, Ewropa, Almanya û yên din desten xwe dirêjî wan dikin û radikin ser pêyan. Li hundir jî CHP’ê vê dike.”

‘Rastiya dewleta tirk teşhîr bûye’

Bayik diyar kir ku CHP, ji bo azadî û demokrasiye li hemberî AKP’ê tiştekî nake û wiha domand: “Karê ku dike; rizgarkirina Erdogan û parastina desthilatiya wî ye. Lewma têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo tê kirin,  rastiya dewleta tirk û wan partiyan derdixe holê. CHP partiya ku dewleta avakirî ye. Ev komara ku li ser tunebûna ermen, asur û kurdan ava bûyî êdî teşhîr dibe. Têkoşîna me ruh dide gelan. Ji ber vê jî li dijî kurd û Kurdistanê dibin yek û li dora Erdogan kom dibin. Sedemên ku Erdogan li ser piyan dimîne ev in. Lingekî van ê din jî partiyên başûrê Kurdistanê ne. Hemû di nava heman sîstemê de ne. Têkoşîna Rêber Apo hem rûyê wan ê rast derdixe holê, hem jî yê xiyaneta kurdan. Lewma yek bi yek nikarin xwe li hemberî têkoşîna me li ser pêyan bigirin, alîkariya hev dikin.”

Têkiliyên partiyên Başûr ên bi dewleta tirk re

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser metirsiya hin hêzên kurd ên bi AKP-MHP’ê re tevdigerin û ev nirxandin kir: “Rayedarên tirk bi aşkerayî dibêjin; ‘me şaşitiyek kir, em nahêlin ew şaşitî careke din pêk were.’ Şaşitî ne bi nezanî, ji mecbûrî kirin. Berevajî vê, ger îro ew li ser pêyan bin, li ser desthilatdariyê bin, ev yek bi saya şerê têkoşîna li dijî PKK’ê ye. Ew bi xwe dibêjin, ‘beriya têkoşîna PKK’ê me nedikarî sînor jî derbas bikin. Îro rêya nav dewletan ji me re vebû, pasaportên me hene, bazirganiyê dikin’ û hwd. Çawa ku têkoşîna me rastiya dewleta tirk û partiyên faşîst derxist holê, gelê Şêladizê jî rastiya gelê kurd û başûrê Kurdistanê derxist holê. Gelê Şêladizê got, ’em bi dagirkeriyê re najîn, em sînoran nas nakin, em yekitiya neteweyî, biratiyê dixwazin’. Ev yek bi rengekî aşkera anîn ziman.”

Rastiya sîstema dewleta tirk

Cemîl Bayik der barê ‘Plana Têkbirinê’ ya rejîma AKP-MHP’ê jî ev tişt anî ziman: “Ev yek nîşaneya qelsiya wan û xurtbûna tevgera bi pêşengiya Rêber Apo ye. Ger tevgera me xurt nebûya, ev plan amade nedikirin. Dibînin ku tevgera bi pêşengiya Rêber Apo her ku diçe mezin dibe û hem li Kurdistanê û hem jî li derveyî Kurdistanê hest û hêviyan diafirîne. Ji ber vê jî dixwazin pêşî lê bigirin, derb bikin. Ji destpêka PKK’ê ve plan li ser planan amade dikin, lê têk çûn. PKK her tim xurt bû. Beriya vê planê digotin ’em ê di salekê de encamê bigirin’ lê dema planên wan têk çûn, vê carê jî ev plan amade kirin. Ev dewleteke netewe dewlete û di bingeha wê de yek netewe, yek ziman û yek olî heye. Erdogan û Bahçelî her tim vê dubare dikin. Ev faşîzm bi xwe ye. Dibêjin divê her kes tirk be û ji bo netewên din mafê jiyanê nîne. Vê bi aşkerayî dibêjin. Ji xwe Tirkiye li ser vê bingehê hatiye avakirin. Li ser şerê taybet hatiye avakirin. Lewma timî  ji bo xwe dijminan diafirîne, gelên din qetil dike, dixwaze gelê kurd qetil bike û hindik mabû ku bigihije armanca xwe.”

‘Êdî lîstikên osmanî pere nakin’

Bayik anî ziman ku gelê kurd li dijî vê sîstemê li ber xwe da û wiha derbirî: “Dev ji pêkhatina armanca wan berde, roj bi roj bêhti teşhîr bûn. Rêber Apo ew planên wan hemû têk bir. Lewma jî ‘Plana Têkbirinê’ pêş xistin. Bi aşkerayî dibêjin ku ‘li ser navê kurd û Kurdistanê çi hebe divê ji holê bê rakirin’. Dibêjin, ‘ger em ji vê encam negirin, em nikarin bijîn’. Ew partiyên li ser vî esasî ava bûne, yek jî nekariye bijî. Dewlet bi temamî dijminatiya gelan û kurdan hatiye avakirin. Li ser vê siyaseta înkar û îmhayê dimeşîne. Kî li dijî vê siyasete disekine xayîn tê îlankirin û dibêjin ‘ev Tirkiyeyê perçe dike’ û diçin ser. Lazim e ev baş were dîtin. Ev girîng e, çima? Siyaseta ku Tirkiye li dijî gelan dimeşîne hîn ji aliyê gelek kesan ve nehatiye fêhmkirin. Di gotin; ‘Em vê siyasete dimeşînin; ger mirov bên kuştin, bajar xera bibin, sedem PKK ye’.  Dixwestin sûcên xwe bixin stûyê PKK’ê. Ev şerê psîkolojîk, karektera faşîzmê ye. Tiştên ku Erdogan û Bahçelî dikin, ji gotinên wan cuda ne. Bajar talan kirin, goristan bombebaran kirin, koçberî û qetlîam kirin lê di gotin; ‘em xendekan radikin, sedema van PKK ye. Ger PKK’ê ev nekira, me û Rêber Apo dê pirsgirêk çareser bikira’. Bi vî awayî dixwazin PKK’ê û gel, PKK’ê û Rêber Apo bînin beramberî hev, tevliheviyê dexînin û pêşî li nerazîbûnan bigirin. PDK û yên din jî  xizmet ji vê siyasetê kirin. Dema ku dewleta tirk li Îmraliyê hevdîtin dikir, ‘Plana Têkbirinê’ amade dikir. Dema ku firsend dît jî pêk anîn û niha venaşêrin. Gotina ‘lîstikên osmaniyan zehfin’ bi nav û deng e. Lê êdî ev lîstik pere nakin. Ji ber ku êdî kurd şiyara bûne û van lîstikan fêm dikin.”

Konferansa ciwanan

Herî dawî jî Bayik têkildarî 2’yemîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn axivî û wiha got: “Konferans di cih de ye û dema wê ye. Şerekî pir mezin diqewime. Hedefên wî şerî diyar in. Modernîteya kapîtalîst dixwaze bi vî şerî alternatîfên li dijî xwe ji holê rabike da ku bikaribe Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve bibe. Şerê ku tê kirin di esasê xwe de di navbera modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk de ye. Ji ber wê jî ev Konferans girîng e. Divê alternatîfa Rêber Apo ji ciwanan re baş were vegotin. Civak çi bijîn, ciwan jî wê dijîn. Divê rastiyên ku Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn afirand, fêhm bikin. Da ku bikaribin rol û wezîfeyên xwe jî pêk bînin. Ew çiqasî baş bê fêhm bikin, pirsgirêkên Rojhilata Navîn zûtir wê çareser bibin. Li derveyî Rêber Apo kesekî ku ji bo gelên herêmê projeyek afirandiye nîn e. Tenê projeya Rêber Apo heye ku ger bê fehmkirin, dê Rojhilata Navîn di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de karibe pirsgirêkên xwe çareser bike. Heta dikare li ser kok û dîroka xwe ji nû ve rabe. Divê ev konferans xizmeta vê bike. Li nava civakan hemûyan ên ku herî zêde ji fikrên nû re vekirî ne, ciwan in. Rola ciwanan a di paradîgmaya Serokatiyê de pêşêngî ye. Wisa texmîn dikim ku konferans dê li herêmê ruhê demokrasî û azadiyê xurt bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar