Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov teqez kir tu peyman û lihevkirinên Rûsya û Tirkiyeyê der barê kurdên li Sûriyeyê de tune ye. Her wiha destnîşan kir ku operasyoneke leşkerî ya hevbeş a Îran, Rûsya û Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê jî rû nade
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov destnîşan kir ku tu lihevkirin di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de der barê rêxistinên kurdî yên li Sûriyeyê de, tune ye.
Lavrov li gel televîzyona Vietnamê, televîzyona Çînê a navendî û Phoenixê beriya ku serdan Çîn û Vîetnamê bike, axivî û wiha got: “Tu nêrînên hevpar di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ku kurd terorîst in, tune ye.”
Têkildarî mijara rewşa Sûriyeyê û bi taybet rewşa Idlibê Lavrov wiha domand: “Giştî herêmên Sûriyeyê di agirbestê de ne lê tenê Idlib bi pirsgirêk e û pêwîst e opozîsyonên çekdar û terorîst ji hev bêne veqetandin.”
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov teqez kir ku tu operasyoneke leşkerî yê hevbeş di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de li ser axa Sûriyeyê tune ye. MOSKOV